1. evuqat.. hiqûqnasê ku bi riya rist û rêzikên qanûnên nivîskî kes an saziyên ku bi sûnc an tawanekî têne îtham kirin diparêze yanî mûdafaa dike.. li gorî min zortirîn û zehmettirîn kar û pîşe ye.. û herwiha beredayîtirîn kar û pîşe ye.. ji ber ku sûncdar an bêsûnc herkesê ku heqê xwe dide mecbûr e ku biparêze.. yanî ne parêzereke bitr û têrxwarî be eger mûwekîlê wî qatil û qesasê neh mêran be jî mecbûr e û divê bêje na wilehî feqîro nikare mirîşkekî jî serjê bike mêrkuştina çi?!! di nav kurdên me yên xwende de dikarim bêjim ku popûlertirîn pîşe ye.. ji ber ku di wextê xwe de kurd her mexdûr û mezlûm bûne û kesî xwe bi hawara wan ve negihandiye û nekariya wan biparêze zarokên xwe ji bo tehsîla hiqûqê dane xwendin.. |
|
05.10.2013 19:41 |
endazer
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |