1. civatek dînî ye di nav ereban de. wekî tê zanîn malbata beşar esad girêdayî vê civatê ye. li tirkiyeyê li hatayê, piranî jî li samandagi û entaqyayê meskûn in. gelekên wan berevajî erebên sunî chp-yî ne, mîna elewiyan. ew bi xwe wekî elewî, elewiyên ereb bi nav dikin. dînê wan piçekî tevlihev e, narin mizgeftê. rojî û nimêjên wan cuda ye. hemû cejnên dînên semawî pîroz dikin û cejnên wan ên taybet jî hene. qîmetê didin quran û mihemed pêxember lê di halê hazir de qasî îsa pêxember û musa pêxember, ne zêdetir. loma sunî wan ji misilmanan nahesibînin. ji xwe heke ne şaş bim, pirtûka wan a pîroz jî heye yan jî hene... pir ne pêbawer im çend heb in. ji ber wê ye ku ji suniyan zêdetir nêzîkî xirîstiyanên ereb in. |
|
10.05.2020 00:34 ~02:46 |
biruya hayao miyazaki
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |