Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 63 peyam
blues in botan

blues in botan

4. xuya ye mîna ferît, kesên hij wî dikin jî agresîv in. * yek ji klîşeyên şîrovekarên me gotina "serkeftî" ye. gelo ev peyv neba dê van kesan çawan ya dilê xwe derêxistiban? serkftin çiye? çi kiriye ku serkeftî bûye? çi kiryarek nû heye? di muzîkjenîya wî de çi teknîk û şêwe heye ku heta tu bêjî serkeftî ye? ev lîfikê firaxê pênaseyek ecêb li şîroveya min kirye: "gotinên beredayî û virto vala êrîşên ji zanînê dûr". gotinên min belkî li te neyên, lê ewa min kirî şîroveyek subjektîve. tu êrîş tê de nîne. te xêre? min tu konservatuar ne xwendiye lê ez ecemîtîya gîtarjenekî ji tinîyên ewil dizanim, kesê hinek ji muzîkê fehm bike lê têne der ka muzîkjen çak dijene yan lewaz. lîfik gotiye blues pentantonîk e, belê muzîka botan jî li ser formên pentantonîk ango 5 dengan ava dibe. ev dengvedana pentantonîk taybetîyek muzîka botan e. lê ev dengvedan xwe di peyîzok/serêlî/lawijan de dide diyarkirin, ne piştrastim lê di stranên rîtmîk de dibe ku ev taybetmendî nebe. de ka li deng û enstrumentala ferît binêrin, guh bidin "meyreme", çi jenînek sivik e, heta dawî di xetekê de diçe. ka nimandina gelî w çiya w zozanên botan di enstrûmentalê de? vî camêrî her gotiye min konservatûar xwendiye û ferît serkeftîye lê behsa tilîyên ferît nekirye ku bi heman şêweyî li heman xalên têlan dikevin. ka guh bidin ho reşo. ji bilî çend kêlîyên "li me nas tên" qey ne her eynî jenîne? tu afirînerî di albûmê de nîne. paşxaneya albûmê: di çend lehzeyan de formên amadeên bluesê û melodîya yekxet, yekdeng a stranên botan.

çima ez nêtxirab bim? ez xebata ferît xurt nabînim, dibêjim tu lihevanîna blues û botan nav de nîne, keda wî kirî ne kedek bêhempa ye, gîtarjenek bixwaze dê bikare xweştir şîrove bike. yanî ji bo ez van dibêjim çima dibim êrîşkar, nezan û xêrnexwaz? yanî hûn ev in? tenê dikarin wek ferît bihêrs bersiva xelkê bidin?

çima pêdivî dîtye ku bajarê xwe bêje, jixwe tenê hembajarîyên ferît zirtên wî didin * ê başe ez jî çûme gundikê remo. gotiye "ferit niha di nav muzikjenên piyasa kurdî de yek ji wan kesên herî serkeftî ye" biwêjek heye: kitik ne li male mişk evdirehman e. heger bazara muzîka kurdî wiha erzan be helbet dê lawikek nûhatî ji kîsê bavê xwe gîtarjenek stajyer bike serkeftîtirîn gîtarjen. lê ezê moralê herêmparêzê me dîsa bişkênim, tevî ku min rexneyên dijwar lê kirine sîmir rûdan gelek çêtir li gîtarê dide. gundikremoyîyê me şar bûye kes nikare wî bigre gotiye ferît welîahtê ciwan haco ye :D li vî erdî hê di vî emrê ciwan de me gelek welîaht dîtin ku nema deng ji wan tê. ma kî naxwaze hunermendên qasî ciwan haco zîrek derbikevin, bes ew cewher di ferît de nîne. nabe ciwan haco lê belkî bibe ferît sevîm ku êdî dizane li gîtarê bixe û stranên baştir çêdike.



26.05.2020 00:01 ~00:09 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» bluestack
» botan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî