Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 24 peyam
feqîr ahmed

feqîr ahmed

1. Nivîskar û helbestvanekî kurd e. Nivîsên xwe xerîbîyê nivîsîye. Nivîskarê pirtûka dîwana reş - 1 e. Helbestên wî bûne gotinên strana. Helbesta wî ya herî navdar rêya kobaniyê ye.

Riya kobaniyê bi dar e
Siwaran xware, xwar e
Qelenê keçika delal
Ser milê min bê bar e

Pêşiya malan bi kundir e
Şîrîn keçika Xidir e
Por sor e, zer û kesk e
Şîrîn û xemla min e

Pêşiya malan bi genim e
Va paliyan xime xim e
Şirîn xwuşka Ferhat e
Xilxalan xwuşe xwuş e

Pêşiya malan bi kizin e
Destê Şirîn da bazin e
Qelenê keçika Ulkiya
Sed û pênce bizin e

Ez diçûme nav malan
Xidir go were malan
Şirîne baş û rinde bû
Xort mane dest hevalan

Dara gundê me bî ye
Ser çilo binda sî ye
Şirin lê rûniştî ye
Didurê kumê sipî ye

Ez duçûme ser daran
Şirîn hate nav malan
Xwesteka şirîna me
Ketiye destê nezanan

Li xendekê li ber çayê
Berf û baranê dayê
Bav û dayik soz dan min
Li ser sozê xwe nayê

Pêşiya malan bi rê ye
Şîrîn tev tê ra tê ye
Pir çeleng û çav reş bû
Tê bidim milk tinê ye

Pêşa malan bi xendek e
Feqir da destan çek e
Şîrîn diçê serê çiyan
Gotina xidir nak e

25.4.1977



16.06.2020 14:34 ~14:53 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
erdal kayayê tirkan [1]
Li gor min Erdal Kayayê tirkan Cem Yılmaz e, her çend wek erdalê me se...
tirşik forûm [1]
silav gelo kesekî bibe evîndarê gellllek kesan û bi vê rewşa xwe aciz...
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3]
(bnr: gilik sipis missi) *...
gotinên pêşiyan [1]
zani xêl e lê nizani li ber derîyê kê ye....
gotinên pêşiyan [2]
Dîkê ji mêranî dikeve, dibe qeşmerê mirîşkan
îmana qijalkan ji ...
belki ev jî bala te bikişînin
» feqîr ahmed
» ahmed kurdî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî