5. Platon, Berê Zayînê di navbera salên (427-347) an de jiyaye û ew bi xwe, şagirtekî Sokrates bû. Ev fîlozof, di cîhana îslamî de bi navê eflatûn tê zanîn û naskirin. Platon hemû berhemên xwe, wek diyalogên tiyatroyê nivîsandiye û hemû berhemên wî beyî ku winda bibin, gihêjtine dema me. Endamê malbateke esîlzade bûye û baş hatibû perwerde kirin. Di bîst saliya xwe de bi naskirina mamosteyê xwe Sokrates re hewl dide felsefeyê û heta mirina Sokrates, heşt salan dibe şagirtê wî. Li ser kuştina Sokrates, bi dilekî şikestî welatê xwe terk dike û piştî donzdeh salan, di çil saliya xwe de vedigere welatê xwe. Di wan donzdeh salan de li Megara, Misir, Sicîlya û li Îtalya Başûr, geriya ye. Piştî hatina Atînayê, akademîayekî ava dike, li wir ders dide şagirtan û dest bi nivîsandina berhemên xwe dike. |
|
26.10.2020 20:47 |
yûsiv
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |