Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 24 peyam
im lauf der zeit

im lauf der zeit

1. Filma "im lauf der zeit" an jî "bi derbasbûna demê re" filma derhênerê elman yê navdar (bnr: wim wenders) e. Ev filma ji "sêbareya rê"ya derhêner ya dawî ye. Di hersê yan de jî serlîstikvan heman kes e. Min xeletî kir ji vê filmê dest pê kir.

Film bi awayek xwezayî hatiye kişandin. Kiryar û lebatên mirovan bê şerm û bê tirs hatiye dayîn. Mînak; serlîstikvanê me diçe gûyê xwe dike kamera vêya dikşîne an makînîstek li dawiya sînemayê xwe dest dike û em vêya jî dibînin an jî li sînemayê porno tê temaşe kirin û em vêya jî dibînin.

Film bi westarîyek ne giran didome. Wext nîne û cih jî ne girîng e û qîmeta peran jî qet nemaye. Belê em li şiryarê ne heta bi gotinekê din derveyê dinyayê ne. Û carna bêdaxwaz dikevin nav jî. Ji ber ku fikirîn, bîranîn û paşeroj dest ji me nake. Lê bi awayek berbiçav û bi hurgulî em di derheqê jiyana herdû lehengan de jî agahiyek bikêr naelimin. Ne ew dixwazin ji hevû din re behsa jiyana xwe bikin ne jî yê li hemberê xwe meraq dikin. Lê tişta ku me bi filmê ve girêdide, ruh û hestên ku em jî dijîn bi hizirandin û hûşbûnan dihêle em carekê din li ser bifikirin.

Ji ber ku filmek mînîmal e emê ji ber axaftin an jî bûyeran newestin û têra xwe muzîkan gohdar bikin, li dîmenên xweş temaşe bikin û wê ruhê aram û azad piçek be jî hîs bikin. A soxîn filmek rê ya bi çêj li bendî we ye û bi dirûşme ya "divê her tişt biguhere!".



12.11.2020 19:13 ~2020.11.13 01:14 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
erdal kayayê tirkan [1]
Li gor min Erdal Kayayê tirkan Cem Yılmaz e, her çend wek erdalê me se...
tirşik forûm [1]
silav gelo kesekî bibe evîndarê gellllek kesan û bi vê rewşa xwe aciz...
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3]
(bnr: gilik sipis missi) *...
gotinên pêşiyan [1]
zani xêl e lê nizani li ber derîyê kê ye....
gotinên pêşiyan [2]
Dîkê ji mêranî dikeve, dibe qeşmerê mirîşkan
îmana qijalkan ji ...
belki ev jî bala te bikişînin
» derî
» zeitgeist

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî