Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 33 peyam
neynika nimêjê

neynika nimêjê

1. pirtûk rêberekê xweş a nimêja şafiyan e. bi min li tirkiyeyê kurdên şafî yên ku ne dîndar in û biryar dane xwe tiştin derheqê dînê bielimînin, dînê xwe bi saya kitêbên henefiyan nas dikin û bivê nevê bi ya îmam henefî tev didin. ji ber vê rêberên kurdî yên dînî bi qîmet in. xwedê ji nivîskarê wî razî be lê belê mixabin ji aliyê naverokê ve gelek kêmasî tê de hene, tu yê bibêjî qey ji bo zaneyan hatiye nivîsandin. dema min xwend, (ku ev salan in herçiqas min xwe wekî şafî bi nav dikir jî bi ya henefî tev dida) gelek pirsên min li hewayê ma.

* bi min kêmasiya herî mezin nebûna xwendin û maneyên diayan e. ha xwezî wekî pêşnîyaz hinin sûreyên kin jî yên ku wekî sûreyên nimêjê tên binavkirin, tê de cihên xwe bigirtina mîna nas û felaq û îxlas hwd. lê heke hûn berê nizanibin divê herin ji derekê din wan bielimin. lê di gelek rêberên mezheba henefiyan de cih didin xwendin û maneyên diayên teknîkî û sûreyên kin jî. lê dîsa jî di vê tunebûnê de ji aliyê rêdana destmêjgirtin û nimêjkirinê ve wêneyên kitêbê xweş rêbertî dikin.

* rêber cih nedaye, lê heke nimêjkerek (nimêjkiroxek) diaya qûnûtê nizanibe, heta ezberkirinê dikare diaya "rabbena atîna..."yê bixwîne yan jî li şûna wê 3 caran tenê "allahumexfirlî" an jî "ya rabbî" bixwîne.

* rêber negotiye, di nimêjên ferzê yên çar rekatî de ka em ê di çiqasên wan de piştî fatîheyê sûreyek bixwînin. henefî di sê rekatên ewil de dixwînin. lê bi ya şafî du rekatên ewil. û bi min teqez tiştekî wiha di pirtûkê de divê hebaya: Here lînkê)

* berî çûyîna rukûyê û berî çûyîna secdeyê şafî destên xwe radikin û tekbîr dixwînin. ev tiştekî mecbûrî ye yan na, nizanim lê kitêb behs nekiriye. dê û bavê min radikin. îja ji aliyê teknîkê ve divê çawa bê kirin baş nizanim.

* ferz, qeza û sunet... min nedît ka di wextekê nimêjê de divê berî viya, piştre viya bikin. ev meseleya sunetê jî ronî nake ku min terikand * ku qasî dizanim heta ku nimêjker deynên xwe nede sunet jê re ne "ferz"e (ji xwe ne ferz e, êdî bi devê dînî ev rewş çawa tê binavkirin nizanim belkî "deyndarî"?)

înşale ev pirtûk rêberekê temam be.



29.03.2021 22:50 ~23:05 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Simaîlê Tîvorî- aaaa êêêêê aaaaa

(s...
stranên kurdî yên li ser heywanan [1]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
berhev 2/şervan zana-Turan şen/belapêjgarî (youtube: i5sRahuI...
kurdên nasyonalîst [2]
Ew kesên ku di kanala xweyî youtube'ê de vîdeoyên bi tirkî parve dikin...
kanzî [2]
Tirk ji bo hinek kesên xwe yên netewperest û dewletperest bikar tînin....
belki ev jî bala te bikişînin
» neynika nimêjê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî