Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 64 peyam
midsommar

midsommar

1. fîlma ku min îro li sînemaya kadikoyê temaşe kir. fîlmeke ji cûreya tirs-rageşî ye. derhênera fîlmê ari aster e ku derhêneriya fîlma hereditary jî kiriye.

fîlm qala ayîneke paganî ya li swêdê dike ku 4 hevalên ji amerîkayê bi vexwendina hevaleke din him ji bo vejîna têkiliyên xwe him jî ji bo lêkolînên antropolojîk beşdarî dibin. lê ayîn bi ritûlên xwe yên cihê yên kevnare ne li gorî daxwaza wan dest pê dike.

cûreya fîlmê tirs e lê bi dîmenên xwe û efektên dengê ve, fîlmeke saykodelîk û rageşî ye. û derhêner dixwaze temaşevanan nerehet bike, kerixîne û di heman demê de bikenîne. dibêjim bikenîne ji ber ku me du hevalan temaşê fîlmê kir ku yekî ji me keniya û yê din jî nerehet bû û hinek cara cirifî. ez ê nebêjim kîjan ji me cirifî.*



05.09.2021 20:30 ~20:33 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» midsommar

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî