Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 32 peyam
valahiya hestî

valahiya hestî

1. an jî valahiya hestyarî/hisî/hesî/filan bêvan.

salan in di xwe de dibînim, hestekê bêpênase û bêsînor. giraniyekê neberbiçav û saregerm dihewîne. heke reng bibaya wê biba gewr, belkî gewreke tarî a ewrebaranê. berê min digot tatmînnebûnî ye, lê na, di nav demê de min ferq kir ku her du jev cihê ne. xemgîniyekê ecêb bi xwe re tîne. lê wekî her tiştî dikarim bi riya mijûliyê wê bêdeng bikim an guhê xwe nedim demekê dirêj. ew hebûna xwe di awirên biçûk an jî destdanên kurt de didomîne lê gavek nelibendê tê û hemû enerjiya min diqerisîne û carcaran nîv, carcaran saetek temam ez dixim nav cihê. naxwazim tu tişt bikim. xwarin û vexwarin ji min dihere. tehemula min mirovan nayê, naxwazim bi kesekî re bipeyivim. ne mirin, lê dixwazim di wê kêliyê de tunebim. wekî tu carî nebûme. lê hinekî bêhna min fireh bibe, hema dixwazim binivîsînim. belkî binivîsînim wê xweş be. lê destên min nare, nikarim kurdî binivîsînim û naxwazim bi zimanekî din bibe. lewma berê xwe didim xwarinan. mîna heywanên ji xelê derketine. kîloyên zêde distînim. bîra û şarabên bi mêwe. dinepixim lê nikarim bisekinînim. heke barî karibama bi xweşî bigirîm bawer dikim ez ê hinekî din baş bûma. lê ew jî nabe. çawa serxwe dibim, dansê dikim. dansa bi wltzê. belkî hevalin min tevlî min dibin. çi kêliyên zarokane. lê di van rojan de fikrekê din ket serê min. belkî jî divê herim ser derûnnasek. û tirsekê din ketiye dilê minî kengî nizanim lê pîrbûn. * dqn ew ji kû derket. mirin xweştir e ji vî halî.

xwe wekî journey dibînim. tel bi tel.



03.09.2022 17:45 ~18:39 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
bayê xerbî [4]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
platforma ciwanên serbixwe [4]
akp'ya bakurê kurdistanê. (wêne: https://images-wixmp-ed30a86b8c4ca887...
çaya germ [1]
Tirşikvaneke nû ye ku 5 meh berê li tirşikê tomar buye. Bi xêr hatiye....
ali çeven [2]
Qeşmerekî tam e. Wek min jê fêm kiriye hinekî dilê wî bi ser hîzîpçiya...
belki ev jî bala te bikişînin
» valahiya bêdawî
» hestîşîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî