83. Li pey Xeyalekê
Her caran bo te hewil didim
Helbestên pesindarîyê ji ber dikim
Rêzikên delal û dilxweşiyê dixwînim,
gul û beybûnên bêhnxweş berhev dikim
Ji bo ku ji te pesn û qedrekê werbigrim.
Li bin barana di navbeyna me da berxwe didim
Bo xatirê nûrcemala te ya awirperî dimeşim
Li ser rêka xwe, asoyên welatê xwe ji ber dikim
Dema gehiştim ber hizûra te ji bo ku vebêjim
Lê delaliya te wan tevan vedimirîne, dizanim
Ne ferişte yî ne perî, pê agah im
Ji van evratir î bêguman im
Bi xeyalên xwe nikarim te bişayesînim
Van rastiyan rasterast vedibêjim
Her ku dem derbas dibe bengîtir im
Bo xatirê yara xwe li çar aliyan digerim
Ji vê ger û geşta xwe, hezar gulan dibînim,
Daku ji wan yekê jê bigirî û min bîr bînî, tînim
Lê divê bizanî hezra gul hîç in, têdigihim
Çimkî hezar gul nabin qasî Şahgulê, bêşik im
Eger Şahgulê neda awirkenek, xwelîser im
Gelek girîng e rûkenê Nazdarê, xwedî hizûr im
Qehr e bo min,rûtirşa Awirkena min, bi keser im
Divêt her keyfxweş be,ne rojekê herro dixwazim
Eger tim bicoş û şa be rûheyva min xweşbextim
Rûyê wekî heyva çardeh rojî dibînim, mest im
Ne mey, ne jî meyger heye lê serxweş im
Sedem bejna zirav û singê gewr e, bêguman im
Melayîkê meftê jî bibe mêvanê min her ev im
Ew jî hurmetdar e, wekî pakevîna xwe dizanim.
Doktor û efsûnbazan li min taqî kir lê her ev im
Yekane çarenûs hebûna yarê ye,jixwe jêagah im
Lavaya min ji Rebê Alemê,ew e teke derman im
Eger deriyê dil vekir temam im, sahib cîhan im
Eger yar nebe nesîb, xwedî cîhan jî bim, hîç im.
|