Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 31 peyam
jan dost

jan dost

29. Nivîskarê ku bi nivîsa xwe ya îro min matmayî hiştiye, lê vê carê ne bi nivîseke tiroviro, bi nivîseke xweş û geş min heyîrand.

Vaye nivîs;



Bêguman ez û bi milyonan kurd li her aliyekî Kurdistanê û cîhanê ne bi jihevcudakirina gelê kurd re ne, milletê kurd ê her û her xwe yek millet bihesibîne û ê bixwazibe xwe bigihîne wê rojê ku têde azad be, neyar ҫi dikin jî bila bikin.

Bi baweriya min, Ayşe Gokkan bi xwe di vê ҫalakiya xwe de qurbana polîtikayeke bincilikî ye ku dixwaze bala gel ji ser pirsgirêkên bingehîn dagerîne ser pirsgirêkên biҫûk ku xelk pê mijûl bibin.

Di serê wan pirsgirêkan de nakokiyên di nava desteya birêvebir ya KCK û PKK de ye. Li gor nûҫeyan , baskê Îranê piştî derbeya xwe êdî xurttir dibe, Murad Karayilanê ku bi nêrîna min tayê xav ê kurdperweriyê bû di nava PKK de hate bidûrxistin û li gel wî gelek kesên din ku hemhizrên wî ne daku rê ji Cemîl Bayik re vebe û bi hesanî û bê dijberî siyaseta Îranê bimeşîne. Ez tesfiyekirina Murad Karayilan jî dûr nabînim, dibe jî ku wî û grûpa wî bi awayekî ji awayan dûr bixin da ku tesîra wan bi yekcarî pûҫ bikin.

Naxwe li vir şanoyek divê, perdeyek divê û lîstikvanekî hinekî naskirî divê: dike û seko dîwarê Nisêbînê ye, lîstikvan jî şaredara apocî ye, ku ji aliyê kurdên Rojava ve mîna alîkara komkujiya Amûdê tê hesibandin û ji aliyê gelek kurdên Bakur ve jî kelema li pêşiya kamyonên alîkariya ji bo Rojava ye ku nehişt ew derbasî wî alî sînor bibin, û şano jî ji şerm û merm e û sloganên netewî yên folklorik in ku dikarin xelkê bi sedhezaran rakin ser tapanan û wan berdin kolanan bêyî ku bizanibin ew ҫi dikin. (vegere kitêba Gustave Le Bon ya navdar psîkolojiya cemaweran-kitleler psikolojisi)

Lê ma dîwarên ku em wan protesto bikin bi rastî nînin? Na hene û gelek in jî. Eger em werin rastiyê, emê binêrin ku tundrewiya apociyan, û nezelaliya armancên tevgera wan ew e dîwarê mezin ku gel ji rastiyê qut dike û dubendî yê li Bakur û Rojava tîne meydanê. Ew dîwaran bilind dikin gava ku ala Komara Kutrdsitanê ya 1946an ku li ba hemû kurdan aleke pîroz e, napejirînin û ji serbanên bîroyan dadixin û diqetînin. Dîwar bilind dibin bi wê siyaseta apociyan a leq î ku her katekê bi awayekî ye û her serdemekê xwedan armanceke mijgirtî ye. Kî dîwaran di nav kurdan de ava dike ji bilî hişkebîran! Ji bilî hevpeymaniya bi paytextên dagîrkeran re ҫi ji hêla siyasetmedarên Başûr be ҫi jî ji yên Bakur be! Kî dîwaran ava dike ji bilî wan kesên ku bi dizî û bi eşkere destên xwe dixin destên neyarên kurdan ji Tehranê bigir heta Şamê û ji xwe ez Bexda û Enqerê jî ji bîr nakim! Dîwar ne ew ҫend metre betona ku dê li navbera Bakur û Rojava de bilind bibe ye. Dîwar dîwarên me bi xwe ne, dîwarên navxweyî ne, zaravayên ku yekbûna zimanî tarûmar kiriye ne, dîwar Soran û Behdînan e, Apocîtî, Talebanîtî û Barzanîtî ne, dîwar dîwarên psîkolojîk in ku me di mejiyê xwe de bilind kirine û em her yek li pişt dîwarên xwe rûniştine û ji bilî xwe kesekî din rast nabînin.

Ayşe xanim: Ew dîwarê betonê ê tirkan dikare bi buldozerekê biherife, lê were eger tu ji dil dijbera dîwaran î û bi rastî kurperwer î, were em dîwarên navxweyî biherifînin, were li Nisêbînê, li Riha û Sirûcê dîwarên di navbera kurdan û zimanê kurdan de biherifîne, were bila kurdayetiya Ehmedê Xanî, ya Celadet û Cizîrî, Hacî Qadir û Ebdula Peşêw di nav me kurdan de bibe bingeha fikr û bîr û baweriyan, ne ku ҫend sloganên mîna agirê bantofê bin, gurr û bilind bibin lê di cî de jî vemirin. Were em bingeha fikreke netweyî ava bikin bila hezar dîwar jî hebin dê nikaribin me ji hevdu dûr bikin.



07.11.2013 11:21 | ceso

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
kurdên nasyonalîst [2]
Ew kesên ku di kanala xweyî youtube'ê de vîdeoyên bi tirkî parve dikin...
kanzî [2]
Tirk ji bo hinek kesên xwe yên netewperest û dewletperest bikar tînin....
kurdên nasyonalîst [1]
Divêya ev nav û ev hizr neketa li ber destê van kesên bêaqil, ji bo he...
kurdên nasyonalîst [1]
tevgera fikrekê rewşenbîrî ya kurdiyetî yê temsîl dike, ku ji hebûna x...
kurdên nasyonalîst [4]
çeteya ku îro li qada newroza amedê ji aliyê ciwanên şoreşger hatine b...
belki ev jî bala te bikişînin
» jano rosebiani
» dost çiyayî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî