1. sosyolog, teolog, nivîskar û rojnamegereke ji mêrdîna bakurê kurdistanê ye, bi eslê xwe ereb e lê di rûpela kurdî ya wîkîpediyayê ya derheqê wî de wek mehelmî-ermenî hatiye nivîsandin.. ecêb e ku di wîkîpediyayê de tenê bi tirkî û kurdî mijar li ser navê wî hatiye vekirin, yanî tenê bi van herdu zimanan zanyarî derheqê wî de hene.. di sala 1951an de li mêrdÎnê hatiye dinyayê.. di zanîngeha stembolê de beşa civaknasiyê xwendiye û jê mezûn bûye.. di gelek kovarên îslamî-edebî de nivîsên wî derçûne.. yek ji damezrînerê rojnameya zamanê ye lê çend caran ji ber nakokiyên fikrî ji rojnameyê qerihaye û paşê dîsa lê vegeriyaye.. li gorÎ gotegotan dîn û îmana wî pere û hêz û desthilatdarî ye, berê dema ku recep teyyîb erdoğan şaredarê stembolê bû şêwirmendiya wî kiriye lê ji ber egerekî ku ez baş pê nizanim bi hev dikevin, ji wê rojê ve muxalÎfeke muzmîn î şermok ê teyyîb û partiya dadwerî û werarê ye.. dîsa li gorî gotegotan demekî bi hêviya ku eskerî dê hikûmeta teyyÎb ji desthilatdariyê daxîne û di şûnê de recep müfit gürtuna ku wek koma turkuazê jî tê zanîn dê bîne ser hukm, şêwirmendiya recep müfit gürtuna kiriye, piştî ku dibînin tir di qûna eskeriyê de nemaye koma turkuazê difeşkile û şêwirmendiya wî jî betal dimîne.. dîsa berê di nivîseka xwe de ji bo fethullah gülen dibêje hikûmeta tirk bi hukmê bertîl û kurtêlan ji bo ku raya giştî ya tirkiyeyê dengê xwe li hemberî operasyonên amerîkayê yên li dijî îraqa seddam hisên yê di şerê kendavê de dernexe, wî li ser kursî û mînberên mizgeftan de, di meqamê wez û nesîhetan de dide axaftin û giriyandin.. lê wek min di serê peyamê de jî nivîsiye paşê diçe di avakirina rojnameya zamanê de roleke aktîv dileyîze.. hê jî di rojnameya zaman û todays zaman û özgün duruşê de dinivîse.. |
|
29.12.2013 08:00 |
endazer
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |