Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 30 peyam
sanat sokağı

sanat sokağı

11. weka ku rênas jiyan ji bo şevên amedê digot miqnatîs e, kuçeya hunerê jî wisa ye

pirr tevlihev e mariv nikare nirxandinekê homojen bike ji ber ku her cure mirov diçin li wir

her çiqas rexne bikim jî carinan ez jî serî lê didim pê.. hesiyam ku navê wê hatiye guhertin lê ez bawer im heta hetayî di devê xelkê de jê re kuçeya hunerê bê gotin

çay û tiştên din pirr buha ye mariv here qehweyê dikare bi 500 qirûş çay vexwe lê di wir de 1.5 tl ye carekî 2 tl bûbûn..

ne tenê li wir, li her cih ên ku şaredarî fiyatê diyar dike, wisa buha ye

ango şaredariyên me yên sosyalîst û ekolojîk dixwazin bibêjin çi? dibêjin ku ''eger pere li bêrika te hebe tu dikarî herî li cihên luks rûnî ku tunebe biteqize û here li ser banqên parqê rûnî wa ye me ji bo kesên wek we feqîr û belengazan parq jî banq jî çêkirine hûn hîn çi dixwazin!''

şaş fêm nekin rast e wisa ye wek mînak herin parqormanê kesên hêjar li ser şînahiyan rûdinin kesên dewlemend jî çayên bi mîlyon û nîv vedixwin ya seyr û ecêb jî ew e ku kesên li cafeyê ne qaşo ji bo yên li banqê ne siyasetê dikin. 5 gav di navbera wan de heye lê haya wan ji wan tune ye vêca teoriyên xwe rêz dikin

kuçeya hunerê min got lê têvel û têkel e. ji nivîskarên kurd bigire heta sûtên bajêr, ji xwendekarên kurd bigire heta muptelaya okeyê yên ku diçin lisê hama bêje çi jin çi mêr, ji zarok çi kal û pîr.. herkes diçe lê ji bo têketinê şartek tenê heye; divê pere di bêrika te de hebe!



03.02.2014 17:34 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
bayê xerbî [3]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
platforma ciwanên serbixwe [4]
akp'ya bakurê kurdistanê. (wêne: https://images-wixmp-ed30a86b8c4ca887...
çaya germ [1]
Tirşikvaneke nû ye ku 5 meh berê li tirşikê tomar buye. Bi xêr hatiye....
ali çeven [2]
Qeşmerekî tam e. Wek min jê fêm kiriye hinekî dilê wî bi ser hîzîpçiya...
belki ev jî bala te bikişînin
» sanat sokağı

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî