6. tam di dawetan de nehêliştine..
întÎbaya ku piştî çend dawetên bi vî awayî bi min re çêbûne dixwazim binivîsim..
- repertuwara stranbêj û mûzîsyenê salonê zêde teng e, hemû di nav hev de 20 stranan ji ber nizanin û êdî stranên berê yên folklorîk nabêjin, bi piranî stranên tewşo mewşo ku jê re stranên siyasÎ û şoreşgerî dibêjin, dibêjin, stranên ku dibêjin jî bi piranî an nÎvî dibêjin an di nîvî de dihêlin, û dîsa piraniya gotinên stranên dibêjin an kêm an xelet an jî bi qirik û gewriyeke ecêb dibêjin..
- ji ber ku stranên tên gotin bi piranî yekdeng û yekreng in ew rengîniya dîlan û govendên berê jî nemaye, ez bi xwe nizanim bireqisim û heta vî emrê xwe hemû di nav hev de belkî 20 deqeyî ez nereqisîbim, lê keyfa min zehf ji darîkirina gerandina xêl û govendê re tê, tê bîra min carê dawetên li kolan û meydanan çêdibûn yên li cizîrê belkî bîst cureyên govendê dihatin gerandin, lê li dawetên salonan hemû di nav hev de belkî 3-4 cureyên govendê nayêne gerandin..
- berê xelk bi cilên xwe yên edetî diçûn dawetan, jinan kiras xiftan û mêran jî şal û şapik li xwe dikirin di dawetan de, lê niha jin abiyeyan û mêr jî bedilan li xwe dikin..
- xwarin û çerezên di dawetên salonan de tên îkramkirim dilê mirov ji dawetê dixelînin, ka ew tirşik û goşt û birinca dawetên berê.??
- ji ber ku salonên dawetan cihên girtî ne, û ji ber ku sîstema dengî ya van salonan bi kêrî pênc qurîşî nayê, piştî deh deqeyekî herkes ji xwe ve diçe,mejîreşî dibe, ji xwe kes nizane bê stranbêjê salonê dibêje çi?
|