Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 19 peyam
nan û av

nan û av

33. nivîskarê ku wek hevalekî dixwazim jê re bêjim û li ber bêxim ku;

di kurdî de li gorî sazkirinê lêker lêker dibin sê beş;

1)lêkerên xwerû; lêkerên sade ne, tu qertaf û lêkerên alîkar nestandine wek; xwarin, bûn, kirin, xwendin, ketin, xistin, çûn, mayîn, dayîn, meşÎn, girîn, kenîn filan.. di dema niha û dema borî de qertafên rawe û demê têne pêşiya lêkerê bi xwe, wek; ez di+xw+im, ez ê bi+xw+im

2)lêkerên pêkhatî; ev lêker bi daçekên pêşgir tên çêkirin, daçekên wek da-, ve-, wer-, hil-, rû-, têne pêşiya lêkerên xwerû û lêkerên pêkhatî çêdikin, wek; vexwarin, vekirin, dakirin, daxistin, hilkirin, hilfirandin, wergirtin, wergerandin filan.. di dema niha û dema bê de qertafên rawe û demê têne pêşiya lêkera bingehîn yanî dikevin di navbera daçeka pêşgirt û lêkera bingehîn de, wek; ez ve+di+k+im, ez hil+di+kişîn+im, ez ê da+mezrîn+im, tu yê ve+xw+î, ew ê wer+gerîn+in (wek tê dîtin, di lêkerên pêkhatî de, dema lêker li gorî dema bê tê kişandin qertafa dema bê (bi-) nayê bikar anîn)

3)lêkerên peve/hevedudanî; lêkerên ku ji du an zêdetir hêmanan pêk têne ne, bi alîkariya lêkerên alîkar yên wekê bûn, kirin, xistin, çûn, birin, hatin, anîn, ketin ji navdêr, rengdêr û hokeran tên çêkirin, wek, av dan, bi kar anîn, dîn bûn, rû kirin, aciz bûn, têk çûn, rast hatin, pê ketin, jê ketin, paş ketin, bi hev çûn filan.. di van lêkeran de jî qertafa rawe û demê tê pêşiya lêkera bingehîn, wek; ez ê sor bi+k+im, ez aciz di+b+im, ew têk di+ç+in, em ê li hev rast bi+hê+(n)+e, em ê paş bi+kev+in..



09.04.2014 01:11 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol