Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 35 peyam
beghyanî shadî sharîn

beghyanî shadî sharîn

3. yekî serhişk e, ev serhişkî di cihnan de xweş û baş e lê di cihnan de jî êdî mirov nema dikare sebr bike û xwe lê ragire.. berê li ser facebookê em hevalên hev bûn û di koma zimanê kurdî de li ser mijarên zimên me berx û beran, dÎk û mirîşkên xwe li hev didan lê paşê bi egera ku ez di profîla xwe de zimaninên derî kurdî jî bi kar tînim ez ji hevaliya xwe kirim der, li gorî prensîbên xwe ji erdê heta heta ezmên mafdar bû, çimkî berê dema min daxwaza hevaltiyê jê re rêkiribû hingî ev yek ji min re gotibû û li ber min êxistibû..

lê di du xalan de meseleyê ji tamê derdixe, yek jê meseleya alfabêtê û ya dî jî etîmolojiya peyvên kurdî ye.. camêr dibêje tîpên wekê ş, ç, j û û nizanim çi û ne çi ji ber ku di alfabêta dagirkerên kurdistanê de heye ez bi kar nayînim, di berdêl û bergindê va tîpan de tîpên ''tîpsiz'' ku hê jî nizanim bi kÛ dera klavyeyê tên nivîsandin, bi kar tîne, û ya didoyê jî di warê etîmolojiyê de belkî bi reflkesên xwe yên welatparêziyê dixwaze kok û rayeka her peyv û gotineka di nav kurdî de bi kurdiya kevn ve girê bide, ji ber vê helwesta xwe piştî çend nîqaşên tehl û nespehî ji koma zimanê kurdî bar kir, ez ne xelet bim kum û kufletê xwe bir çû kom û komeleyeke din ava kir, kon û xÎvetê li wir danî..

min çend caran xwest û hewl da ku gotarên wî bixwînim lê mîratê ji ber ewan herfên wî yên ecêb min nekarî ez bixwÎnim.. yanî em bêjin temam ç û ş di alfabêtên tirkî û farisî de jî hene ji ber hindê jê aciz e û naxwaze bi kar bîne lê ji bo xwudê çi gunehê jyê heye, min gelek tirk dîtine ji ber zêdebûna herfa jyê dilê xwe bijandine nivîsa kurdî.. vêca li ser vî halî de em rabin jyê ji nav alfabêta xwe kêm bikin.. kenê gura bi me neyê? gunehê sa bi me nayê? ka bêjin ji bo xwudê?

dawiya dawin dixwazim jê re bêjim weeeeyyy waweylê beyhan, kezeba min dike derkeve ji qehran.. *



11.04.2014 12:00 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [2]
Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxw...
forseti [1]
komeka neofolkê ya almanî ye. gîtarjen û stranbêjê wê (vbnr: A...
jan dost [1]
romana kurdî mixabin hê di dergûşê de ye. cihê mehmed uzunî ya vala h...
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
belki ev jî bala te bikişînin
» beghyanî shadî sharîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî