Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 22 peyam
bûyerên ecêb

bûyerên ecêb

1. bûyera ku îro hat serê min xwedê biranê tu evdê xwe nede hê jî ji halê xwe yê şerpeze û perîşan dikenim neyse dirêj nekim ji we re qal bikim, bi kurtasî wisa pêk hat ne kêm ne zêde; îro ez û hevalekî min em çûn li çayxaneya pelaşînê ya ku li ber batikentê ya li amedê ye em rûniştin, bi qasî bîst xulek paşê sê zilam hatin li paş me rûniştin yek ji wan pordirêj bû û dişibiyan harun ataman ê ku endamê koma rewşenê ye lê bi xwedê mariv digot qey ew bixwe ye tu cudahiya wan a fîzîkî tunebû. qama wan riyê wan erîşê wan û her wekî din eynî bûn. min xwe bi xwe got gelo herim silavê bidim an na? ez bixwe gelek ji stranên wî û dengê wî hez dikim bi taybetî jî strana wî ya zagrosê neyse min got ji bo xatirê wê stranê ez ê silavê xwedê bidim. dema em rabûn min ji hevalê xwe re got tu bimeşe ez têm, neyse ez çûm min bi kurdî got -merhaba kekê çawa yî? ew jî bersiva min bi kurdî da -got spas dikim falan neyse em piçekî axifîn min got -kekê tu harun ataman î newsa? got -ew kê ye? min got -pardon min we tevlihev kir hûn pirr dişibin hevudu biborîne got tiştekî nabe. min got -tu wî nas nakî? got na min got hunermendekî kurd e endamê koma rewşenê ye got nizanim hevalê wî jî got gelek kes wî dişibîne kesên din bi taybetî jî di terorle mucadeleyê de:-) min di hundirê xwe de got gelo ev dixwaze bêje çi? neyse ez hatim li ba hevalê xwe hevalê min ji min pirsî got tu wan polêsan ji kû nas dikî? min got ew polês in? got erê di terorle mucadeleyê de carinan tên li vir rûdinin:-) ango her sê jî polês derketin bi xwedê û kurmacî jî wek bilbilê dipeyiviyan

neyse hevalino peşniyaza min ji bo we ev e ku eger hûn li derve ciwan haco jî bibînin silavê nedin ihtîmal heye ku ew nebe



19.04.2014 03:17 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» bûyerên ecêb yên li ser dinyayê
» ecêbmayîno

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî