33. zehf in. piştî kampanyaya dawîn zêdetir jî dibin.
"Ez ditirşikînim, nexwe ez heme #tirsiknet"
"eger hun dixwazin xewnên xwe bi kurdî bibînin werin binivîsin #tirsiknet"
"Samîmîyeta azadîxwazbûnê bi nêzîkatiya ziman diyar dibe #tirsiknet"
"#tirsiknet weke pîran e gelek gotinên heremî tê de peyde dibin bixwînin parve bikin binivîsin."
"#tirsiknet min ji ehmedê xanî re behsa tirşik kir, got; "bi xwedê hatibû aqlê min jî!""
"Bi kurdî nivîsandin şewazek tolhildanê ye ji dagirkeran -asîmilegeran #tirsiknet"
"#tirsiknet hevalno min malperek bi navê ekşisozluk dît. weke tirşikê ye lê bi tirkî ye. fermo: https://eksisozluk.com"
"#tirsiknet "li qusurê nenêrin lê em ji bo malperên wisa şêrîn nikarin bêjin eywallah" r. tayyip erdogan"
"#tirsiknet "xwedê klavyeyên wan bişikîne, bataryayên wan betal bike, camên wan biteqîne" fetullah guven / sizinti / 2007"
"#tirsiknet "dijminê me yê herî mezin malperên weke tirşik bi kurdî, ne" m. kemal ataturk / nutuk / 1937"
"#tirsiknet "em ê van tirşik mirşikan demildest bigirin... min talîmat da wezîrên xwe." r. tayyip erdogan"
"Ez di zîndanê de ji hesreta tirşikê şewitîm..Abdullah ÖCALAN.. * #tirsiknet"
"#tirsiknet tirşikê de hinek bênamûsan dev avêtina nirxên we yên pîroz. werin dersa wan bidin wan *"
"#tirsiknet gotineke pêşiyên afrîqayiyan: erlmsnkdnn l id fdgsdysd ysdnmdu! yanî dibêje: ji tirşikê bêpar nemînin!"
"#tirsiknet endambûna tirşikê îro belaş e * jê nemînin."
"ji bo xêra dê û bav û welat û zimanê xwe piştgirî bidin tirşikê * #tirsiknet"
"#tirsiknet
-min ji bulent arinç re behsa tirşikê kir.
-got ew çi ye?
-min got li ferhenga ku baydemir dabû te, binêre."
"#tirsiknet li dinyayê malpera herî mezin e ku bi kurdî ye, ferhenga înteraktîf e, par vebûye û îro kampayayê dike. malperek din wisa tune."
"#tirsiknet berî tirşikê gerdûn ji gazê pêk dihat..."
"#tirsiknet gotin wenda dibe, twitter tê girtin, nivîskar jî dimirin. lê nivîs dimîne.. werne tirşikê. erê."
"#tirsiknet berî tirşikê: zpas hewwal?
piştî tirşikê: xwerexnekirina camêrê mijara gotinê ku ew bixwe jî pêvajiya pêkanîna kesatiya xwe de..."
"#tirsiknet tirşbûn di navê wê de ye. hundir şêrîn şekir e."
"#tirsiknet tirş e mîna lîmona, ziman şirîn e mîna banana (mûza)"
"Xemxwir û bendewarên serbestiyê bang li te dikin: Li zimanê xwe xwedî derkeve! #tirsiknet"
|