3. îro ber destê sibê li bajarê sinê, li nexweşxaneya tewhîdê ji ber dilkutkê emrê Xwudê kiriye..
min zêde nas nedikir, lê gelekÎ li ber mirina wî ketim, rehma xwudê lê be, xwudê vê dinyaya gewrik neyîne bîra,wî bike di bihuşta xwe de, bi rehm û dilovanya xwe ruhê wê şad û bextewar bike..
''Hunermendê navdar ê Kurd, Ebas Kemendî vê sibê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir. Kemendî sala 1952’ê li Curawa ya bajarê Sinê ji dayik bûye ku dikeve nêzîkê bajarê Dîwandere ya niha.
Kemendî ku şevê dî ji ber jana gurçika wî ew rakirin Nexweşxaneya Tewhîd li bajarê Sineyê, vê sibê her li heman nexweşxaneyê dilê wî rawestiya û canê xwe ji dest da.
Kemendî ji xeynî şarezatiya di warê muzîkê de, di warê nîgarkêşî, şanogerî, sînema û edebiyata Kurdî de jî pispor bû û 35 salan di beşa Kurdî ya radyoya Sine de kar kiribû.
Navbirî nivîskarê heftenameya Basê bû û şanoname û çîrokên wî bi awayê rêze nivîs di heftenameyê de dihatin weşandin. Di sêyemîn sala pêşkêşkirina xelata hunerî ya Mamlê de ku sala 2011’ê li Hewlêrê bi rêve çû, xelata salê pêşkêşî Ebas Kemendî hat kirin, lê navbirî ji ber rewşa nebaş a tendirustiyê nikarîbû beşdarî merasîmê bibe.
Heta niha tenê çar albûm ji berhemên Ebas Kemendî hatine weşandin:
1. Gelawêj
2. Hewraman
3. Pirşeng
4. Kîjî Kurd
Li gor çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê, merasîma şîna wî hunermendê Kurd îro demjimêr 4:30 li mizgefta Melaweysî ya bajarê Sinê dê bi rêve biçe.''
http://www.basnews.com/ku/News/Details/Hunermend--Kurd-Ebas-Kemend--wefat-kir/21039
|