3. bernameyeke gelek xweş û bikêrhatî ye, nemaze ji bo wan kurdên ku dixwazin başûrê kurdistanê başebaş nas bikin.. li ser înternetê min lê nêrî teqrîben 120-130 beş hatine çêkirin heta niha, û hema bêje gundek, navçeyek, ji deverên başûrê kurdistanê bernedaye ku neçûyê lê nebûyî mêhvan.. vêca bi ser de jî pêşkêşkara bernameyê gelekî jêhatî ye û profesyonel e, kare bi hêsanî têkiliyê ligel hemû pêkhateyên civakê dane, pirsên baş û di cihê xwe de dipirse li ser jiyana rojane, erf û edet, deb û nerîtên devera ku lê bûye mêhvan.. pêşkêşkara bernameyê têra ku bikaribe bi xelkê re têkiliyê dane, bi kurmancî, soranî, erebî, tirkî û tirkmenî û îngilîzî zane, min duh li ser înternetê darî çend beşek ji vê bernameyê kir, xanimê ji nav zimanên ku li başûrê kurdistanê tên axaftin, zimanek tenê berneda.. kurdek eger bikaribe darî hemû beşên vê bernameyê bike, dema çû başûrê kurdistanê bi hêsanî çi bi behdînî û çi bi soranî wê bikaribe têkiliyê ligel xelkê deyne û îşê xwe bibe serî.. |
|
26.06.2014 13:01 |
endazer
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |