2. 1.sebahul xeyr xana min,şehî şîrîn zebana min
tuyî ruh û rewana min,bibit qurban te canê min
2.te alellah çi zatî tu çi wî şîrîn sifatî tu
ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu
3.heyat û reheta can im "sebahul xeyr ya xanim!"
were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê
4.sebahul xeyrî mesta min,letîfa cam bi desta min
xumar û meyperesta min,tu yî meqsûd û qesta min
5.ji meqsûdan tu yî bes min bibin ber çerxê etles min
ji xeyrê te nevêt kes min bi reş toz in muqewwes min
6.di benda zulfê çewkan im "sebahul xeyrî ya xanim!"
were bî nahiya çavan bibînim bejn û balayê
7.ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywêndê
siyaçeşmê sipî zendê te sohtim şibhetê findê
8.şubhê şem' û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez
da'if im wek hilal im ez sîfet goyîn di kal im ez
9.ve bulbul ra bi evxan im "sebahul xeyrî ya xanim!"
were bînahiya çavan biînim bejn û balayê
10.ve bulbul ra şev û rojê ser wê terh û bişkojê
enî mahî şefeq rojê te sohtim şubhetê dojê
11.ku dûr im ez ji wê hûrê tenê carek li ser sûrê
ji wadî eymana torê tecella kir di nîv nûrê
12.ji wê sohtî dil û can im "sebahul xeyr ya xanim!"
were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
13.ji husna wê tecellayê yedî beyda û belayê
çi wesfan bîm xeber nayê welê dil cezbêê dayê
14.ne hişyar im ji wê berqê ji zer tacêli ser ferqê
ji spêde da heta şerqê belê naêxmê ferqê
15.ji derba 'işqê nalan im "sebahul xeyr ya xanim!"
were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
16.zarîfê nazikê şengê sîfet hûrî perî rengê
bi rojê ra tu hevdengî du reş toz in siyeh yengê
17.kişandin lê ne wek caran xedengên qews û nûbaran
ji rengê şîr û mukaran reşandin sîne wek baran
18.ji wê derbê pir êşan im "sebahul xeyrî ya xanim!"
were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
19.veke carek xet û xalan li ser wan mesned û palan
bixwîne li me 'ebdalan bibînin 'îd û sersalan
20.îcazet dê me destûrê perî rengê sîfet hûrê
ji nîva zulmet û nûrê binoşin mey di ferfûrê
21.ji dil talanê xalan im "sebahul xeyrî ya xanim!"
were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
22.ji şehkasa ku qerqef tê meya nûrên muşerref tê
nîşanek dîlberê kef tê ji bo min her seher xeftê
23.ji wê camê dinoşim ez seher lew ney li hoş im ez
ji ' amê lê dipoşim ez bi can her lê dikoşim ez
24.ku xalib mest û sukran im "sebahul xeyrî ya xanim!"
were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
25.were pêşber melayê xwe şehîd û mubtelayê xwe
bi şefqet ke liqayê xwe meya nemrit bi dayê xwe
26.mesîhayê li bîmaran kesên gestî du reş maran
şehîdên şir û mukaran kirî amancê nûbaran
27.li dîdara te heyran im "sebahul xeyrî ya xanim!"
were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
|