1. Helbesta Seydaye Tirej'é , Pir Xweş U Çekirinawi Gelek Başe İro Mala Seydaye Tirej Ji Hesekedayé Çekiriye wi Ji Malawidaye.
*
ey bilbilê dilşadî hela wer bike fîxan
derdê me girane ey bira birîna me kûr e
gorî te bikin cerg û dil û mêlak ê hem can
dengê te ye xweştir ji ney û nay û bilûrê
sê hawe te deng yek ji sira bayê siba ye
hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye
hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye
lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e
karwanê me va bi rê ketî lê şevreş û tarî
serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
bahoz e çelapek têne me ji her çar kenarî
warê me welat e ey heval rêka me dûr e
çar hawîr me diz û keleş in tev dane dijmin
me ji hev radiqetînin bir bi bir heyf û mixa bin
qet çare û heviya me nema ye bilbilê min
meydan e ji bo hirç û çeqel gur zûre zûr e
meydane ji bo hirç û çeqel rovî û keftar
gorî te bim bilbil ji serê darê tu wer xwar
da pêk ve mijûl bim bi xwe çend rojên di dijwar
îro li me ferman e li ser gerdenê şûr e
destê tewqeyê îro ku em her u her bidin hev
çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev
dinya bi xwe dewran e diger geh roj e geh şev
geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e
bala xwe bide nik bayê barîn ey birader
sitêra sibê îro ji şerqê li me da der e
rewşen kirî kurdistan bi carek wê seraser
nîşana sibê ye fereca xêrê ne dûr e
piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye
karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye
çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e
çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran
hêvî û hawara me di yezdanê dilovan
ev çare û hîvîya me ji serdarê di berzan
wek tîrêj dibêje jîn divê kotek û zor e
ey bilbilê dilşadî hela wer bike fîxan
derdê me girane ey bira birîna me kûr e
gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can
dengê te ye xweştir ji ney û nay û bilûrê
*
|