Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 27 peyam
zulfên zelixayê

zulfên zelixayê

4. helbesteke ofb ye:



Zulfên Zelîxayê



zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê

êş, ezab, elem, derd û kul dîne

hinekirî ne sor spî

li erdê berriyê bêrî

pir av anîne ji ser bîrê, pir biriqîne

zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê

heşt zik zaro xwedî kirine

geh pale bûne bi dergûş

geh li qirşan geh li pûş

xûz bûne tak rihan

li ber beroşan, sîtilên li ser sê keviran

ji ber karan, wehîd tim, bi gazinc car caran

zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê

çend sal emir kirine ew jî nizane

haho hawar, hatine rûçikandin li şûna miriyan

bi saxî ketine tirban

kokên wan şil, şil kirine dil

zulfên zelîxayê, mîna mirinên zemanê berê

mîna mirinên zemanê berê, zulfên zelîxayê



Omer Faruq Baran



28.10.2015 17:52 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
hêklo meklo [1]
zûgotinokek ji herêma serhedê ye. me, du kes, çar kulmên xwe dikirin ...
un çiyayê [1]
Çend gotinên wê nayên fêhmkirin, lewma gotinên min nivîsandin te temam...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [1]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
peyvên ku ji kurdî ketine tirkî [1]
peyv û têgeh û qalib û biwêj û gotinên pêşiyan yên ku tirkan ji bo zim...
zwilling [1]
peyveke almanî ye. wateya wê cêwî ye. herweha navê markaye...
belki ev jî bala te bikişînin
» zulfên zelixayê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî