Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 32 peyam
kovara roza

kovara roza

3. Nûçeyek ji BasNûçeyê;



Tîrêjên Roza û çîrokên Jehrî



Wêje, rengekî wisa ye ku mirov nikarin wê bi krîter bikin û jê re pîvana avabikin. Govar jî yek ji beşên wêjeyê ye û bi her rengî li ser nivîskar û xwîneran xwe di nexşîne. Yekta pîvanê govaran bikaranîna ziman e.



Ziman rihê mirov û bingeha jiyana komelgehê ye. Her mirov, her netew bi zimanê xwe heye û ew ziman bê wêje û hûnerê jî nabe. Her wiha zimanê kurdî xwedî wêjeyek berfireh û dewlemend e. Di warê govaran de wêjeya kurdî her pêş dikeve ji bo siberoja ciwan û zimanê kurdî jî heviyek mezin diafirîne.



Govara Roza yek ji wan afirînerê hêviya mezin e. Roza bêjeyeke bi kurdî ye û bêtir wek zayina rojê tê watedarkirin. Roza ji aliyê komxebatekê ve tê amadekirin û belavkirin. Li ser navê komxebatê di derbarê Roza’yê de Roj Agir ji BasNûçe’yê re axivî û ragihand ku Roza, piştî tarîtiya bi salan, roj di rojeke wiha xweş de bi hemû sorgeveziya xwe tirêjên xwe bi axa Kurdistanê ve berdide. Çiyayiyekî bi jîndariya vê ronkayiyê zaye, piştî salan vediguhere roja gelê kurd. Roj Agir li ser derketina govarê de wiha axivî: “Di qada çand, huner û wêjeyê de hejmara weşanên alternatîf bi sînor e. Û di nav van weşanan de jî hejmarên govarên kurdî yekçar kêm in. Lewma me xwest ku bi taybetî ji bo nifşên ciwan qadek e alternatîf, qadeke ku ciwan tê de hest, raman û fikrên xwe bînin ziman ava bikin. Fikra me ya derxistina govarekê li Enqerê digihêje çend salan berê. Her du hewldanên me jî ji ber hin girtinan nîvçe mabûn. Ew hevalên ku wê demê me ev plansazî bi wan re dikir, pirê wan niha li refên azadiyê ne. Heke em ji hêla hestiyariyê ve lê binêrin, ev govar bêtir jî hewldana berdewamkirina karê wan ê nîvçemayî ye.”



Govar li ser navê Komuna Roza’yê dimeşe



Hemû berhem divê xwedî xebat û aboriyê be. Ger ji aliyê aboriyê pirsgirêk hebe ew xebat bi rasterast nagihêje armanca xwe. Komxebata Roza’yê jî di warî de çaresiyek balkêş dîtinin û wiha weşana Roza’yê dikin. Roj Agir daxuyand ku xebateke bi vî awayî divê bi feraseta komunê bihata meşandin. Lewma me komunek bi navê Rozayê damezrand û em xebatê govarê jî li ser navê Komuna Roza’yê dimeşînin. Agir wiha got: “Lê em komunê tenê bi çend hevalan ve bi sînor nagirin. Hevalên ku di xwendin û belavkirina govarê de keda wan heye, yên bi fikr-rexne û pêşniyarên xwe piştgirî dane me , yên di zindanê de bi nivîs û dilên xwe yên bedew û geş tim li cem me sekinîne, hemû yekîneyeke vê komunê ne.” Di derbareê nivîs û nivîskaran de jî Agir amaje pê kir ku nivîskarên wan bi gelemperî hevalên ciwan û girtiyên azad in. Ji bo komkirina nivîsan ew di malperên xwe yî înternetê de bengewaziyê dikin û her hevalê ku bixwaze dikare di Rozayê de binivîse. Her wiha ji gelek bajar û welat, dewletên cuda û ji zîndanan nivîs ji wan re tên. Ew jî wek komunê kom di bin û li ser van nivîsan niqaşan dikin, yek û yek hemûyan dinirxînin û nivîsên ku erênî tên dîtin tên weşandin. Agir wiha domand: “Bi giştî em nivîsên wêjeyî wek ceribandin, çîrok, helbest û her wekî din diweşînin. Gelek caran li ser çand û hunera Kurdistanê û li ser wêjeya kurdî jî mekale tên weşandin. Di her hejmarê de bi mirovekî navdar re hevpeyvinek tê kirin û ji bo her hejmarê em li ser mijarekê dosyayekê amede dikin.”



“Bes bila neyartiya nirxên gel neyê kirin”



Her netew divê bi zimanê xwe biaxive, binivîsîne û bixwîne. Komxebata Roza’yê bi vê armancê dest bi xebatên xwe kiriye û ew rawe dikin ku di her qada jiyanê de bikaranîna ziman girîng e an ew ziman wê piştî demekê bi mirîne ve rû bi rû bimîne û mirina zimanekî di rastiyê de mirina gel û netewekî ye, li welatê me zimanê perwe dehiyê hê jî ne bi kurdî ye lewma xwedî derketina ziman, bikaranîna ziman û nivîsandina bi zimanê kurdî pir girîng e. Heta ji destê me tê em di govarê de giringiyê didin kurdî. Em dixwazin ku di govara Rozayê de ewilî nivîsên ku bi kurdî hatine nivisandin, hest û ramanên ku bi kurdî hatine nexşkirin bênê weşandin. Li ser navê komxebatê Roj Agir wiha berdewam kir û got: “Em xwe wek parîyekî tevgera azadiya kurd dibînin û xeta tevgera azadiya kurd, felsefefeya wan a jiyanê û feraseta wan a çand û hunerê ji xwe re esas digrin. Lê di nirxandina nivîsan de em li bîrdoziya nivîskaran meyze nakin. Em nivîsan li gor çawaniya wan dinirxînin û her kes dikarê di Rozayê binivîse. Jixwe govar li her deverê Kurdistanê belavdibe hema em dikarin bêjin li Amed, Êlih, Şirnex, Wan, Gever, Dêrsîm, Meletî, Mêrdîn, Nisêbîn, Qoser û Cizîrê, Çewlîg û li gelek bajarên Tirkiye jî li Enqere, Stenbol, İzmir, Eskişehir, Muğla, Kırşehir, Bursa tê belavkirin. Herî kêm hezar heb tê çap kirin. Ji ber vê yekê nivîskar û xwînerên me zêde ne. Em jî dixwazin xwe ji zimanê bangeşevan û ji zimanê ajîtasyonî dûr bixin, êdî ro za.”



“Jehr ew ê bibe dibistan”



Hemû xebatên wêjeyî bi awayekî hêsan, bi barekî zivik û bi destpêkeke piçûk destpêdike. Wek di hemû berhemên kurdî de govar jî ji aliyê zanyar û xwendekaran dest bi weşana xwe dikin. Yek ji van weşana jî govara Jehr e. Govara jehr, di destpêkê de tenê bi nivîsandina çîrokê li ser kaxizan dest bi xebata dike û di demek kurt de jî mîna fanzînekê xebatê xwe didomîne. Jehr, bi komek xwendekar û bi xebatek kolektîf îroj di qada wêjeya kurdî de tenê li ser çîrokan weşana xwe dike û êdî xwe wek rêwiyên wêjeyê dibînin. Li ser xebatên govara Jehr ê endamê komxebata Jehr ê Aram Dildar ji BasNûçe’yê re axivî û wiha got: “Jehr çîrok e. Me di destpêkê de bi fanzînê dest bi xebatê xwe kir lê îroj em êdî govarin û govarek bi hevî ne. Armanca me ya yekem ku em li Stenbolê tenê govarê belavbikin lê ji ber ku me bertek û rexneyên erênî ji xwînerên xwe girt li hemû Kurdistanê û li çend bajarên Tirkiyeyê jî tê belav kirin. Di her hejmarê de jî hem xwînerên me hem jî nivîskarên me zêde dibin. Ger em hejmara xwe yî yek ê û şeş an didin berhev em dibînin ku me rêyek gelek mezin danîye ber xwe. Gelek nivîskarên me bi Jehr ê det bi nivîsê kirine û di demek nêz de jî nivîskarên navdar ji Jehr ê derkevin. Ev tê wateya ku Jehr ew ê bibe dibistan.”



“Wêje di nav komên piçûk de geş dibe”



Di wêjeya kurdî de gelek govar hene lê mijarên wan tevlihevîn Hin govar li ser çand û hûnerê hin jê li ser wêje û rexne û hin ji wan govaran jî olî an zanistî têne weşandin. Govara Jehr ê tenê di warê çîrokan de weşana xwe dike. Di derbarê mijarê de Aram Dildar wiha axivî: “Em di vê baweriyê dene ku wêje di nav komên piçûk de geş dibe û di wêjeya kurdî de jî gelek govar hene lê her mijarê di xwe de dihewînin. Jehr ne wisa ye. Jehr tenê bi çîrokan xwe pêşkêşî xwîneran dike. Armanca me jî ev bû ku em çîrokan xurt bikin. Ev di nav govarên din de ne dibû ku çîrok geş bibe. Lê tenê li ser çîrokan em bi xebitîn ew ê di wêjeyê de çîrok jî geş bibe. Her wiha em gavên mezîn diavêjin edî. Me di hejmara yekem de nivîs nedidîtin, lê niha em nivîsan hildibijêrin.” Dildar amaje pê kir ku di govarên din herî zêde 3 an 4 çîrok tê weşandin lê di Jehr ê de govar ji çîrokan tenê pêk tê û bijartina mijarê jî di destê nivîskaran deye. Endamê komxebata Jehr ê Fırat Rûbar jî ragihand ku ew dixwazin di wêjeya kurdî de bibin xwinek teze û bigihîjin nivîskar û xwînerên ciwan yên nû.



Gültekin Çelik - BasNûçe



http://basnuce.com/ku/news/6423/tirejen-roza-ciroken-jehri

- See more at: http://basnuce.com/ku/news/6423/tirejen-roza-ciroken-jehri#sthash.yeYBuuSa.dpuf





10.05.2016 12:23 ~12:24 | roj agir

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
bayê xerbî [4]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
platforma ciwanên serbixwe [4]
akp'ya bakurê kurdistanê. (wêne: https://images-wixmp-ed30a86b8c4ca887...
çaya germ [1]
Tirşikvaneke nû ye ku 5 meh berê li tirşikê tomar buye. Bi xêr hatiye....
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara lêkolîn
» roza germiyan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî