Ferhenga înteraktîf
qoser
(14) (0) (4)
di mijarê de bigere
tirşik-qoser

23. Navçeya mêrdînê ye. Ez vê bajarê hinek babetan dişibînim gevera colemêrgê. Her du navçe bi sedema valakirina gundan nifûsa derûdor li cem xwe kom kiriye. her du bajêr bê plan û qaîde mezin dibin. Ji ber vê gelek pirsgirêkên bajêr peyda bûne.

Xelkê her du bajar jî polîtîk in. zimanê Kurdî ji pîr û kalan bigre heya ciwanan zimanê yekem e. Rêjeya axaftina kurdî ya her du bajaran ji bajarê din Yên Kurdan zêdetir e. Lê ger em her du bajar bidin ber hev qoser aliyê hişmendî ve ji geverê baştir e. Qoser tenê ne axaftin kanîya nivîskar û cihê berhemderî ye. Li gor tespîtên min wê di nav çend salan de li Geverê rêjeya axaftina Kurdî gelek kêm bibe. Li her du bajaran Wekî hemî bajarê kurdan di nav keçikan de axaftina zimanê Kurdî li gor kurikan gelek kêm e. Lê rêjeya wan ji bajarê din Yên kurdan çêtir e.

Devoka kurmancî ku herî jê hez dikim aliyê mêrdîn e. Bi taybetî yê nisêbîn û qoserê. Kurmanciya Geverê zehmet bû heta min ji wan fêm dikir 3 sal derbas bû. Helbet baş nezanîbûna min ya kurmancî jî bandor bû Lê sedema mezin devoka wan bû.

Gever zimistanê gelek sar Lê havînê hênik bû. Navenda gever xweş nebû Lê derûdorê geverê zor zor xweş bû. Çem û kanî li her derê hebû dengê avê li her gêlî diherikî. Qoser havînê dojeh e. Zimistanê mirov dikare bijî û hew. Navenda bajêr jî wekî geverê ne xweş e.



18.08.2021 09:16 ~09:30 | kajav

24. dema xelkî digot bajařê herî kurdîpeyiv qoser e min bawer nedikir, lê niha bawer dikim. min digot eger rewşa herîkurdîpeyiv eve be hingê rewş ne ti rewş e. xuya ye beřa jî ne ti rewş e.



09.10.2021 23:01 | keyomerd

25. Li gorî mezinahî û zêdehiya nifûsê xwe û bi nav û dengbûyîna xwe tu bajar nîne ku mirov lê bijî. Ji xeynî taxa Nû ya li aliyê balafirxaneyê tev de dişibe bajarokeke Pakîstan yan afxanîstanê. Qirêj û toza vir bawer im li çolistanan nîne. Malên wan ên ji Estetîk û xemlê dûr, kolanên wan ên kor û çal, dikanên wan ên ji paqijiyê bêpar hew dilê min dixelîne. Kurdên me bi rastî jî tu qedr û qîmetê nadin xwe. Ev navçe qaşo bi salan bi destê şaredarên kurd ve hatiye birêvebirin lê hema bêje derziyeke qul lê nehatiye zêdekirin. Û xûya ye ev kêmasî û qusûrên bajêr ne xema Niştecihên wir e ku rojek ji rojan li ser vê neketine nav liv û tevgerekê û tiştek li xwe zêde nekirine.



22.04.2022 19:36 | xeyda

26. qoser/139434

Fikra min ji bo vê giliyê ev e: here vêya ji qoseriyên li xurbetê bipirse.

Çima min wisa got, ji ber ku hefteyek berê ez bi dolmîşê ji Amedê dihatim Mêrdînê. Îja du xortên Qoserî yên ku li îdirê zanîngeh dixwendin jî tê de bûn. Û qala welat û xurbetê hate kirin. Herduyan jî Qoserê û Îdirê dan ber hevdu. Qoser li ber çavên min bû bihuşt û Îdir bû dojeh. Nivîsa min ewqas bû.



23.04.2022 21:03 | xabûrî

27. Cihê ku lê ceyran herî biha ye.
Bihabûna ceyranê ji bihabûna kirêya xaniyan zêdetir e.



21.12.2023 21:47 | fera_şimikê

Rûpel: ( 1 2 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» qosera rengîn

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî