115
16 (2020.04.24)
xelîl (2018.11.23)
Bahar, fermandara komek leşkerên jin, jibo rizharkirina herema xwe ya deverekî kurdistanê şer dike û hêviya dîtina kurê xwe ye. Mathilda, rojnamevanekî fransî, divê evî operasyonê di cih de bişopîne û serpêhatinên wan jinan ên leheng û wêrek in hîn bibe û qeyid bike. Çiqas jî jiyana wan jinan tarûmar bibe jî hemû ji bo sedemek şer dikin: jin, jiyan, azadî.
. Li gorî Jan Dost (binêre: 'Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Mela Mehmûdê Bayezîdî, lêkolîn: Jan Dost, Wş. Nûbihar, 2010), Mela Mehmûdê Bayezîdî li ser daxwaza şagirtê xwe Jaba Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî bi destxeta xwe, bi navê "tewarîxî qedîmî Kurdistan" wergerandiye zimanê Kurdî zaravayê Kurmanciya jorîn, ji ber hindê ew yekemîn wergêrê Kurd jî tê hesêb. (r. 14)
|
|
Array. Yekemîn wergêrê modern û ta niha yê herî zêde werger kiriye helbestkar û edîtor kawa nemir e. Mala wî sed carî ava. |
|
Array. yekemîn wergêr kî ye nizanim lê hê ez zarok çi peyva ku bi zimanê tirkî bi ber guhê min diket min dida ber zimanê kurdî û berdêla wê ya di zimanê kurdî de dida ber ger û pirsê.. bawer im ku piraniya zarokên kurd ên paşê fêrî zimanên din ên serdestên xwe dibin jî heman metodolojî bikar înane.. |
|
Array. Ango keçên rojê û girls of the sun. derhênerê fîlmê Eva Husson e. û wek serlîstikvan Golshifteh Farahani dilîze. Fîlm çîroka têkoşîna jinên kurd ên Êzidî li dijî rêxistina DAIŞê li Şingalê vedibêje. Min temaşe nekiriye hêj. li imdbyê 5.6 pûan standiye. lê bawer im ku ev pûan ji tirk, ereb û farisên nijadperest hatine. ku mirov li şiroveyên derbarê wê fîlmê di vî malparê de binihêre, dikare bibîne ku çima evqas kêm pûan standiye. |
|
Array. Lîstikvan di film de baş dilîzin (mixabin di filmên têkiliya wan bi kurda re hebe hêja ev yek dibe sedema pesn dane). Her çiqas filmeke derbarê şer de bê jî dîmenên şer ne ewqas zehfin ku mirov jê aciz bibe û ev jî derfetek dide temaşevanan ku li ser serpêhatiyên lîstikvanan bêtir konsantre bibin. Di film de bala guhdarvanan baş hatiye kişandin li ser wêrekiya jinan, ya çêtir ne tenê li hemberî dijminên wan lê li hemberî mêrên 'ji wan' jî. Film li Gurcistanê hatiye kişandin. Her çiqas erdnîgariya wir gelek ji ya Kurdistanê ne cuda be û gelek hewl dabin ku atmosfereke wekî ya devera şer a rastî ava bikin jî, mixabin gelek kêmasî di babeta cih û war de hebûn. Ez dibêjim qey ji ber vê dîmenên di nav dîwaran da hatîn kişandin ji yên ji derve hatîn kişandin gelek zêdetir bûn. Film de sê çîrokên ji hev cuda ya sê jinan, Lamia, Bahar û rojnamevan, tê vegotin. Tu têkiliya wan çîrokan bi hev re tune. Helbet ji bo filmeke pêşwendiya hunandina wî cureyî jî heye, lê bi ya min, di vir de pêşî digirt ku mirov bikare empatiyê bi listikvaneke re bike. |
|
Array. Osman mehmed Ciwanmerd kulek Aydin Rengîn Kawa Nemir Sîdar jîr Dilawer zeraq Lal laleş Samî hezil Brahîm ronîzer Yunis das |
|
Array. xwezî serek wek girls of the sun bihata vekirin ango be guhertin.
bo jin,bo jîn,bo azadî~trailer
vîdyoyê veke
|
|
Array.
vîdyoyê veke
|
|
Array. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê simurg56 ve hate kirin.
18. film e ku ji alîyê komê ve tê wergerandin.
hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 73.
hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê
wêneyê nîşande
|
|