1. Navê nû ya trt 6 e ye, Îro dewsa navê trt 6 ê vê navê Xwe hilda. |
|
10.01.2015 20:26 |
mîr
|
2. berî ku navê wê bibe trt 6 (şeş, altı) navê wê trt 8 (heşt, sekiz) bû, lê ji ber ku tîpa h ya di serê heştê de li deverinan req û li deverinan jî nerm dihate bilêvkirin û ev jî dibû sebeba pirsgirêkan, navê wê kirin trt şeş.. lê navê wê yê niha xweştir e.. |
|
10.01.2015 20:30 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
3. navê ku bawer nakim ku cîhê trt 6ê bigre ye. ji ber ku trt 6 êdî di mêjiyê kurdan û tirkan de, erênî an jî neyênî, têra xwe bi cîh bûye. jixwe navê wê quzilqurtê çi dibe jî bila bibe, ne girîng e. |
|
10.01.2015 22:37 |
nazim tolhildan
|
5. navek xweş e. nexwe dewletê êdî biryar daye ku zimanê kurdî weke fermî bipejirîne. |
|
11.01.2015 09:23 |
simurg56
|
6. qenala ku tu car ji navêtrt cehş xilas nabît |
|
11.01.2015 20:26 |
vêca çiyeeee
|
7. Kanalêka dewletê ya ke bala mi zî ant. |
|
11.01.2015 21:29 |
endazyar
|
8. ji ber ku şablon e, ne tu tişt e! |
|
11.01.2015 21:41 |
ferhenga şikestî
|
9. ji ber ku darî televîzyonê nakim ji zû de ye xebera min jê tunebû lê gava dî li ser youtubeê min darî çend beş ji bernameyên muxtelîf yên li ser vê kanalê kirin, kêfa min jê re hat, li gorî rojên pêşiyê kurmanciya kanalê baştir bûye, bernameyên wê yên nû jî pir baş in.. tê bîra min li ser roj tvyê bernameyeka ehmed huseynî hebû, camêr li ber ronkayeke gewr û li paş fona mûzîkeka klasîk behsa helbest û wêjeyê dikir, bavê min jî ligel ku wekê nefsên dî yên malê tu tişt jê fêhm nedikir lê ji bela ku bi kurmancî ye bi kotekî vekirî dihêlişt.. gava dî dema min darî beşeka bernameyeka têra xwe rohnî û mijara wê têkilÎ jiyana rojane a xelkê kir ew bernameya ehmed huseynî hat bîra min.. bila kes dilê xwe negire û wekê tirkên kemalîst meselê neyîne sêhra ne ji roj tvyê bûya te nedizanî bavê te kî ye.. mebesta min ji vê peyamê ne berawirdkirineke siyasî û îdeolojîk e.. |
|
14.01.2015 01:15 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
11. Kanalé Erdoğan Çekiriye, "Ciran Ciran" U Govenda Baş Heye |
|
25.03.2015 19:18 |
qoling
|
12. ew kanala tirşikçîyan u îsotçîyane. |
|
27.03.2015 13:46 |
tîrejên rojê
|
13. di salên 90an de radyoya TRT Diyarbakır hebû. Li Bakur tenê ev radyo bi kurmancî dikarî weşan bike.sibê heya êvarê dijûn li tevgera Kurd bi zimanê kurdî dikir. dem çû dewran guherî piştî ku Kurdan tvyên kurdî bi xwe ava kirin dewleta Tirk mecbûr bû ku pêşketinên Kurdan bişopîne û bi rêya tvyê jî bikare dijûnan gelê Kurd bike. |
|
27.03.2015 13:59 |
bijêrvan
|
14. dû bariş sürecî yê tenê tiştek bixêr ji me re ma; ew jî wa kanala bû. |
|
14.04.2015 19:29 |
cinorek
|
15. qanaleka ji alî trt hatîye avakirin bi kurdî weşanê dike ji tinebunê çêtire . |
|
14.04.2015 19:59 |
shorbevan
|
16. kanala niha bikurdî direyên/diewtin.. kanal bi kurdî dibêje pkkya terorîst...kanala hetanî niha ez nabêjim çima têde xebitîne.. lê ji niha pêde xebatkarên wê yên kurd xwe difiroşin edî ne kurdin, kesên bi rûmet divê edî di vê kanalêde ne xebite.. |
|
06.01.2016 20:06 |
shorbevan
|
17. qenala tirşikçiyan e. min berî demekê dirêj ji ser televîzyona xwe jê bir. xwedê nehêle. |
|
06.01.2016 23:12 |
simurg56
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |