Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
trt kurdî - tirşik
trt kurdî
(10) (5) (3)
di mijarê de bigere

38. xeletiyên xwe jî hene lê ewqas xirab ninû ku mirov heqeretan jê bike.
gellek bernameyên xweş jî ji bo wê qanalê hatin çêkirin.



10.12.2020 10:16 | cinorek

39. trt qimil. yek ji şiltaxên vê qenalê ya diyarbekir - ruhayî û malbat tev de akp - mhpyî.

Here lînkê

Here lînkê

bavê wê Alîkarê Serokê Bajarê Diyarbekirê yê AKPê, Mehmet Arzu ye. digel keça wî burcu, Kurekî wî jî di trt de ye û kurê din jî di Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê ya Diyarbekirê de hatiye wezîfedarkirin.

Here lînkê



22.07.2021 16:09 ~16:37 | asîmanê sêwî

40. qenala ku bûye sedema di hişê min de avabûna pirsekî ye.
gelo tirkmanc vê qanalê dibîne anjî ev qanal tirkmancan dibîne?



20.09.2021 20:07 | heval.js

41. ji kengî ve ye nizanim lê hinin xêzefîlmên trt çocukê bi dublajê diweşînin di sibehan de. wekî rafandan tayfa ku heke were pêşiya min lê dinêrim îja dublaja wê jî pir xweş bûye.



17.04.2022 15:29 ~15:30 | biruya hayao miyazaki

42. Qenala ku êdî divê navê wê bibe Trt tirdî. Ji ber ku binnivîsa Tirkî li gelek weşanên wê zêde kirine. Û ji xwe bernameyên wek a berdan mardînî ji ewil de nîvtirkî ne.

Edît:şaşiya nivîsê



19.04.2022 09:48 ~16:51 | xabûrî

43. Di mala me ya hejar de tevî ku tv nayê temaşekirin(ewqas qîmet nade dayîn ku hatiye stendin lê hê jî li erda reş de ramedandî hatiye danîn), lê
dîsa jî ev kanal bûye cih û warê nîqaşek bêdawî ya mala me. Ez carinan vedikim hevalê min dibêje "tu atv yê vebikî ewqas zora min naçe. Yaw çawa bi zimanê me ewqas me dixe bin erdê û wan derdixe asîmanan!" Zora min jî diçe diguherînim lê hevalê din dibêje "herçiqas tu wisa bêjî û ji aliyekê ve mafê te hebe jî dîsa ji bo zimanê kurdî piçûk lê tiştek baş e. Ev tê wê wateyê ku dewlet kurdî nas dike, zane. Heta karin bila propagandaya xwe bikin lê ji bîr neke vêya bi zimanê kurdî dikin." Û hwd. Nîqaş weha weha dirêj dibe lê ez difikirim, li mala me ya gund de dêya min bi kêfek mezin bernameyên rojane yê vê kanalê temaşe dike. Stran û dengbêjê wê her gohdar dike. Û xwedê zane bi çendan mîna dêya mina li gundekê tekane kêfa wê ev tv ya kevnokî ye heye. Tevî ji siyasetê û filan bêvan fêm nakin. Taliyê ez nizam divê bê gotin "bila ew jî hebe" ango "neba çêtir bû" ?



19.04.2022 12:17 ~12:18 | rizgarm

44. Dema di televîzyonê de li kanala digeriyam rastî trt kurdî hatim. Her cara Ku min wê qenalê didît min bilez diguhert. Wê carê dema ku min dît bernameyek bi navê - felaketa mezin û xizmetên li pey wê - tê nîşandan min meraq kir û bernameyê temaşe kir.
Ên ku bi wan re gotûbêj dihate kirin wesfê dewlet û hikûmatê didan. Dîsa wesfê alîkarî û çadir an jî konteyneran didan. Piştî min li wan gotina gohdarî kir ez li ber ketim ku gelê me tişta ku heqê wan e jî wek xelatekê dibîne. Yanê li dûv buyerekê wisa jixwe mecburî ye ku alîkarî li we were kirin. Divabe hûn qala sedeman û kêmasîyên berpirsiyaran bikin. Hûn ê bipirsin;
Çima ez hewceyî alîkarîyê mam.
Çima ez ne di xanîyên saxlem de bûm.
Çima ez di çadir û konteyneran de me.
Çima dewleta ku dibêje dikarim hemû xanîyan ji nû ve ava bikim li hêviya erdhejê ma.

Her çiqas xetaya gel hebe jî ev rewş ji ber trt kurdîyê ye jî. Çimkî trt kurdî li şûna ku kesên bîrewer derxe ser ekranan kesên wisa hov derdixe ser ekranan.

Welhasil wek trtyên din trt kurdî jî tenê ji hikûmatê re dixebite. Yanê armanca trt kurdî ne kurd e, ne kurdî ye û ne dîrok an jî çand e.



08.02.2024 18:36 | çaya germ