1. civatek dînî ye di nav ereban de. wekî tê zanîn malbata beşar esad girêdayî vê civatê ye. li tirkiyeyê li hatayê, piranî jî li samandagi û entaqyayê meskûn in. gelekên wan berevajî erebên sunî chp-yî ne, mîna elewiyan. ew bi xwe wekî elewî, elewiyên ereb bi nav dikin. dînê wan piçekî tevlihev e, narin mizgeftê. rojî û nimêjên wan cuda ye. hemû cejnên dînên semawî pîroz dikin û cejnên wan ên taybet jî hene. qîmetê didin quran û mihemed pêxember lê di halê hazir de qasî îsa pêxember û musa pêxember, ne zêdetir. loma sunî wan ji misilmanan nahesibînin. ji xwe heke ne şaş bim, pirtûka wan a pîroz jî heye yan jî hene... pir ne pêbawer im çend heb in. ji ber wê ye ku ji suniyan zêdetir nêzîkî xirîstiyanên ereb in. |
|
10.05.2020 00:34 ~02:46 |
biruya hayao miyazaki
|
2. Li Mêrsîn, Edene, Hatay, lazkiye, tartus li ser vê xetê da dijîn. |
|
10.05.2020 02:39 ~02:51 |
mîr
|
3. Malbatê Esat, li windabûna vê dîne rolêkê lîst. Ew dixwazin kû nusayrî cudayetî wan ja bîr dikin(bnr: burning country). Li Sûrîye, piranî nusayrî îbadetê xa nakin. |
|
24.12.2021 04:35 |
xirto
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |