1. Postmodernîzm, tevgereke berfireh e ku di nîvê sedsala 20n de li ser felsefe, huner, mîmarî û rexneyê bi pêş ketiye û ji modernîzmê derketiye. Dema em navê vê tevgerê dinêrin "Post" bi wateya xwe ango "piştî" ye. Postmodernîzm jî wekî piştî modernîzmê tê pênasekirin. Pêşengên postmodernîzmê roland gerard borthes, james joyce Baudrillard, Lyotard, Deleuze/Guattari, roland barthes, ferdinand de saussure, henri lefebvre e. |
|
05.03.2021 23:47 ~23:49 |
yûsiv
|
2. Ew çi ye? (bnr: tê xwarin?) |
|
06.03.2021 23:24 |
xabûrî
|
4. Di wêjeyê de hilweşandina edet û qaîdeyên modernîzmê an jî vegotina kevneşopî ye. Peyv bi peyv wateya wê "piştî modernîzmê" ye. Êş û kelemên takekesî yên ji ber şaristanî û bajaran dertê, bi riya lehengên honandî tên sêwirandin. Cih û dem peywirên xwe yên berê diterikîne, ji ber ku nivîskar êdî giringî nade rastîtirkirina bûyeran ku ji xwe di nav wan vegotinên postmodern de bûyer ya tune ye yan jî di nav honakê de ne di astekê balkêş de ye. Li şûna bûyerê hêmana çavdêriyê/impression giraniya xwe dide. Ev bi hemdê tê çêtirdîtin, jbk nivîskar mîna yên berê xwînerên pasîf naxwazin, berevajî him xwînerên entelektuel û him jî yên bajarî dixwazin ên ku çavkaniyên lehengên wan in. Dixwazin ku kul û derdên karakter derbasî xwîneran bin û hevkarîgeriyek derkeve holê. Di encamê de dixwazin xwîner jî mîna karakteran bikeve nav buhrana hebûnê. bi saya dawiyên-ne-dawî jî rehetiya wan xera dikin û kêm zêde digihîjin vê. |
|
19.02.2022 14:16 ~14:20 |
biruya hayao miyazaki
|
5. Hinek kurdewarîtî lê bînim dibe (bnr: piştmodernîzm) |
|
20.02.2022 02:59 |
mirovekirind
|
6. Ger hinek jî ez kirasê kurdîtiyê lê bikim dibe (bnr: pişthevdemî) |
|
20.02.2022 12:37 |
tîrêj zana 21
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |