1. Bernameyek li ser televîzyona rojava tv her sibe tê weşan. Bi pêşkêşvaniya emel ehmed û şepal seîd yûsiv tê weşandin.
Her sibe şepal bi helbestek kurdî dest bi bernameyê dike. Paşê rewşa hewayê tê dayîn. Piştî xêrhatin li mêvana (gelemperî 2 an 3 kes in) hat dayîn derbasî şîroveyên bircan dibin. Piştî bircan pirs ji mêvanan re li gor pisporiya wan tê kirin û bername heya qedandinê li ser mêvana didome. Ji her cûre pîşeyî mêvanan vedixwînin bernameyê. Car caran rêveberên rêveberiya xweser jî beşdarî bernameyê dibin.
Dijberî polîtîkayên rojava ev bername bêhtir kurdistanî ye û gelek caran netewperweriya kurd tê pêşxistin. Mêvanên beşdar dibin kurdiya wan qels be jî, pêşkêşvan herikbar û xweş diaxivin. Her bername li ser hesabê youtube yê rojava tv jî tê weşandin.
vîdyoyê veke
|