Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 20 peyam
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî - tirşik
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tişta ez meraq dikim e. ez dixwazim bi awayê zanistî hemû kûrahî û detayên rêzimanê hîn bim. gelo pêşniyarên tirşikvanan çi ne?



11 roj berê 01:16 | blabla

2. A ku ez bi kar tînim û jê razî me ya samî tan e. Bi awayekî berfireh û bi hurgilî, mijar mijar vegotiye.

Here lînkê



10 roj berê 02:17 | çaya germ

3. Ne pirtûkê lê tiştekî wusa jî heye: Google translate.

Dema ez nû bûbûm nivîskar nizanî bûm ku kurdî binivîsim. Yanî berê bavê min, min hînî sê çar tiştan kiribû lê ji xwe ne bawer bûm. Û li ser translate-ê min nivîsan ji Tirkî werdigerand kurdî. Nivîsa hatiye wergerandin min dihat li tirşikê dinivîsî* Bi vî awayî Nivîsandina kurdî hînî bûm lê ev yek ji bo yên dizanin kurdî biaxivin re guncav e.

(Hûn dikarin peyamên min yên kevn bixwînin hûn ê bibînin*)



10 roj berê 20:27 ~20:28 | horhorik

4. (bnr: bingehên gramêra kurdmancî)



9 roj berê 06:31 | cinorek

5. Çapa ya jorinî nizanim - îhtîmalek mezin baştir e- lê çapên kitêba samî tanî ya ewilîn de çend çewtî û kêmasîyên rêzimanê hene, heta ku meriv dema xwendinê de hin mijaran tev li hev dike. Bi min rêzimanê bahoz baranî hîn baştir e bona yên nû destpêdikin ra.



9 roj berê 00:37 ~00:37 | çomo

6. Mirov nizane kîjan e. Ji bo ku tu karibî bêjî ev e, filan pirtûk e, divê tu çav li gelekan gerandibî.

Zehmet be jî, Qet nebe, mirov dikare pirtûkên baş li vir li bin hev bi rêz ke û hebkî li ser wan bitirşikîne, qala wan ke.

waneyên rêziman Û rastnivîsîna kurmancî baş e. Nivîskarê wê mamoste çetîn taş e. Min rê û rêbazên wî yên hînkirinê eciband. Dibe ku ez şaş bim lê wekî ez zanim ev pirtûk pir ne navdar e û loma pir jî nahê firotin. Lê Naverok û hêjayiya wê têra xwe heye.

Here lînkê beşa pirtûkan a tirşikê



7 roj berê 18:59 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
dr. obêd gunreş [1]
Bijîşkekî Kurd e. Xwediyê paşnavekî efsanewî ye. (lînk: https:/...
kanalên youtubê ên xwarin û vexwarinê [1]
6-7 sal berê pir pir hindik bûn, hema hema bêje yek jî tune bû. sal bi...
secrets of the neanderthals [1]
Belgefîlmeke nû ye. Di danasîna wê ya li netflixê dibêje: (pal...
mêr çi dixwazin [22]
1-jin
2-jîyan
3-azadî. ...
otomobîla min [3]
Navê qenaleke Youtubeê ye, her wiha ji navê wê jî diyare ku li ser oto...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzimana kurmancî
» kurmancî axaftina afrîkayîyan
» pirtûka kurdî
» herî

Kategoriyên mijarê:: pirtuk pirtuk pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî