1. bi kurdî: min diya we çawa nas kir? |
|
19.12.2013 22:22 |
simurg56
|
2. (bnr: mijarên bargiran) |
|
19.12.2013 22:30 |
ceso
|
3. lîstikvanê wê ya sereke neil patrick harris, di rêzefîlmê de rola zilamekî heteroseksuelê harbûyî û tolaz dilizî. li amerîka jin nahêle. di jiyana xwe ya taybet de, tersê rêzefîlmê zilamekî hevzayend û bi mêr e * û du zarê wan hene. her du jî pir şêrîn in; wekî her du bavê xwe: |
|
19.12.2013 23:12 |
biruya hayao miyazaki
|
4. Rêzefîlmeke emerîkî ye ku berê hinek meşhûr bû min jî temaşe dikir û xweşê min diçû. çend roj berê min xwest ku dîsa dest pê bikim lê li youtubeê çend videoyên wê temaşe kirin û qet kêfa min jê nehat. Ez jî şaş mam ku berê ez bi vê rêzefîlmê dikeniyam. |
|
03.08.2017 01:09 |
sloujouc
|
5. Ez çûbûm tirbê kalan ku henek ezing je mal re kir bikim biynim. diya te jî le vê derê bû. Bi brangê xwe yî biçûk we berxikên wirnî diçerand. |
|
03.08.2017 12:36 |
cinorek
|
6. her beş 20 xulek e . |
|
21.05.2020 20:40 ~20:47 |
shwinsherm
|
7. rêzefîlma ku wê berdewam bike lê bi navê how i met your father * |
|
23.04.2021 11:29 |
merwano
|
8. Heta niha min nedîtiye berdawama tiştekî xweş çêbûye. Min jî sêr nekiriye lê çi hewce ye heyra. Va çend sal e we xilas kiriye hûn ê dîsa dest pê bikin û yê ne xweş be. Na na How i met your brother jî çêkin. Sister jî. |
|
23.04.2021 18:07 |
xwelî li ser
|
9. Rêzefîlmek Amêrîkî ko ji 9 sezonan pêk tê. Navê rêzge çiqas min dîya we çawa nas kir be jî çîroksazî, piranî li dora evîndarî û hevaltîya 5 lehengan: Tedd,Barney, Marshall, Lily, Robîn û serpêhatîyên wan hatîye hûnandin. |
|
23.04.2021 19:25 ~19:26 |
pîroz
|
10. Rêzefîlma ku ji bo bihurandina wextê hertim temaşe dikim. di destpêka zanîngehê de ji bo hînbûna Ingilîzî, min vê rêzefîlmê û rêzefîlma friendsê temaşe dikirin. Di arşîva min de ev herdû rêzefîlm hê jî hene, her çiqas netflix wan herdûyan weşandibe jî * |
|
23.04.2021 23:49 ~2021.04.24 00:04 |
xelîl
|
11. Ji 9 sezona pêk tê ku her sezon ji 20 beşa bêhtir pêk tê, lê mala Xwedê ava ku beşên wê 20 dq filanin (loma ji ber ku sîtkom e) |
|
28.09.2021 02:35 ~02:37 |
merwano
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |