1. pîşkek e ko gorî deveran du rayekên wê hene. li rojhilata kurmancistanê (erê cîyên kurmancîpeyiv) ji pêşgira da-yê û pîşka nîn-ê pêk tê. li bakurrojhilata kurmancistanê (wan û derdora wê) rayeka dema niha wisa ye: da+nê (dadinêm). li başûrrojhilata kurmancistanê (colemêrg û derdora wê) rayeka dema niha wisa ye: da+n (dadinim). li rojavaya kurmancistanê jî ji pêşgira da-yê û pîşka anîn-ê pêk tê lê dema bi hev ve dibin dîsa dibe danîn. rayeka dema niha jî dibe da+în (datînim). bi soranî jî ji pêşgira da-yê û pîşka nan-ê pêk tê ko hevreha nîn-a kurmancîyê ye û rayeka dema niha weha ye: da+nê (dadenêm). |
|
20.03.2023 22:56 |
keyomerd
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |