Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 83 peyam
nitirîn - tirşik
nitirîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ev peyv bawerim tenê li cizîrê bikar tê. di wîkîferhengê de bi wateya nexşandin, xemilandin, arastin heye. li cizîrê ji bo rewşa ku yek xwe ji bo tiştekî ne bi hemdê wî nebihîstî bike, deng nebe xwe tê bikaranîn.
wek; azad bihîst ku mêvan hatine, xwe nitirand, deng nebir xwe.
evînê dît ku şîv ne bi dilê wê ye, xwe nitirand, xwe li xewê danî.
di ferhenga kurdî-îngîlîzî ya michael chyet de bi wateyeke nêzikî wateya li cizîrê cih girtiye.
''nitirandin: -nitirîn to cause to guard, watch over (parastin, hay jê hebûn, çavê yekî li ser bûn) -xwe lê nitirandin: to ambush, lie in wait for (syn: bose vedan/danan) (xwe lê telandin) Nêçîrvan di kozikan de xwe li nêçîran dinitirînin. rojek ji rojan pisîkê xwe li şîrê pîrê nitirand. rovî xwe li mirîşkê nitirand.''



09.05.2022 12:41 | endazer

2. peyva ku ne bi tenê li cizîrê, li cem kurdên serhedê û kafkasyayê jî tê bikaranîn.
tê meneya nexişandinê.

mînakek ji helbesteke şikoyê hesen :

kê temiz kir, kê şîrin kir ev kanya
kê neqişand, kê nitirand ev dinya

(ji helbesta dengê emir)



10.05.2022 21:24 ~21:25 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» nitirîn

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî