Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
sormancî - tirşik
sormancî
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. demekî ji aliyê çend zimanzanên kurd ve wek projeyek ji bo nêzik kirin û bi ser hev ve kirina her du zaravayên sereke yên kurdî kurmancî û soranî hatibû rojevê.. lê bi qasê ku dixweye projeyê jê negirtiye û bi ser neketiye..



29.06.2013 03:20 | endazer

2. projeke bêwate ye, ji ber ku li gorî lotikxaneyê piştî hînbûna kurmancî, soranî jî çareser dibe:

http://www.lotikxane.com/2013/06/13/ve-fersende-bernedin-zimanzannoooooooo/



"...Joanna Pena, van heyaman hilfa xwe berdaye ser zimanê Kurdî (bi taybet zimanê Kurmancî çunkî ku Kurmancî fêr bû û pêveka “kan” bi dûvikê Kurmancî vekir, otomatîkmen Kurmancî dibe Soranî. wek: Kurde”kan”, xwarine”kan”, lotke”kan”, zimane”kan”) filan û fîstan...)



29.06.2013 23:15 | simurg56

3. EV PROJE HÊViyê yekbûna kurdî ye. lê ji bo serketî yê vê projeya pir şert û mercan heye. yek ji wan alîkirin û sepandina dewletê ye.



01.11.2013 10:50 | biruya hayao miyazaki

4. projeke ku ji polîtîkayên barzanî der rojavayê kurdistanê bêwatetir e.

her du zarava jî şêrîn in wek dolarê amerîka, hewceyî nine ji ber xatire yekî yê dî bê kuştin yan jî xira kirin.

ya ku şêrin e zimanê kurdî ye, ne zaravayeke wê ye.

bi rastî, piştî ku min bêtir dênê xwe da kurmancî ez niha karim bêtir tv yên soranî fêm bikim. pirsgirêk ne standardîzasyon e, pirsgirek kurdî nezaneyî ye. go perwerdeyî bi zimanê zikmakî heba me hemû ye kariba soranî jî fêm bikin. lê zimanzaneyîya me ji tehba me ya şexsî ye. bi vê kurmancî yê em ev qasî karin wê soranî yê fêm bikin.

anîna du standardên nivîsê ji bo her du zaravayan gengaz e û baş e. standard kirina zimanê nivîsê bi wate ye, lê standard kirina zimanê axaftinê bê wate ye û eşêkî din ê ku ji tirkan derbasî me buye ye.



01.11.2013 12:38 | saladin

5. Ev ziman çima tenê bi malzemeya soranî + kurmancî tê çêkirin. Ji wê tiştê Zaza û goran nexeyidîn?

Ger çêbe bila zazakî û Goranî jî di nava vê tirşikê de hebe da ku tahma wê xweştir be :p

(bnr: esperanto)



26.04.2020 13:53 ~13:52 | mîr

6. projeyek beredayî ye. we hê pirsgirêka netewî çareser nekirî ye bi ser de hûn radibin eyarê zimanî xirab dikin. ne pêwîste. dev ji tiştên wisa berdin. kurmancî bi kurmancî xweş e, soranî bi soranî xweş e



26.04.2020 22:59 | soryazyus

7. Projeya ku hêdî hêdî pêk tê ye. Ew proje ye ku ji bo netewbûn û yekîtiyê pêwîst e. Belê ji bo gelek bibe netew û ji hev fêm bike, dive herkes heman zimanî fêm bike û baxive. Bi vî awayî karibin têkiliya navbera xwe xurt bikin. Belê ev proje an hişmendî hêdî hêdî pêk tê û biser dikeve. Dema kesek kurmancî baş fêr bibe dê ji sedî notê soranî jî fêm bike. Lewra peyv hemanin û pirî peyv raste rast ji soranî tê wergirtin. Bi ya min çi zirara vê projeyê jî nîne. Ji xwe vêga ev zimanê anha pê dinivîsin jî ne zimanê me yê rojanê yê tu kesiye jî . Heke em û başûr ji hev fêm bikin ma qey nebaşe. He we go çi?



27.04.2020 00:30 | tîrêj zana 21

8. axaftina malbata barzanî ye.



27.04.2020 17:33 | hespêsor

9. Zarava dewlemendiyên me ne.Afirandinek na lê bikaranîna zêdetir peyvên hevpar baştir e.Bo wî jî divê proje, perwerde û tişt miştên din jî bên kirin.
Divê du Kurd bikaribin bi hevre bi her zaravê biaxivin.
Heke standartbûnek pêwîst be divê ev ewil ji alfabeya latînî ya hevpar bê dest pê kirin.



27.04.2020 17:56 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» sormancî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî