Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
vexwendina tirşikê ya trt 6ê - tirşik
vexwendina tirşikê ya trt 6ê
(1) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. bûyera ku berî heftiyekê pêk hatibû.

berpirsiyarê bernameyekê trt 6ê xwe gihand me û xwesst em weke malpera tirşikê bibin mêvanê weşana wan ya zindî. ji bo dîtina navdarbûna tirşikê, pêşketinek xweî bû.

lê ji ber hineka me diyar kir ku em nikarin "vêga" bibin mêvan. (sedem jî sedemên takekesî bûn)



ger pêk bihata, bawer dikim wê ji bo tirşikê baş bûya lê neyse...



13.05.2014 20:37 | simurg56

2. ji xwe nave ferhenga me tirşik e kesên ku bibihîzin ku em bûne mêvanê trt 6 ê yên bêjin ji xwe ji navê wan eşkere ye çi tirşikvanin*



13.05.2014 21:43 | renas

3. hevalê endazer dikarî li ser navê tirşikê tevlê bibûya*



13.05.2014 21:44 | kevçiyê dil

4. trt 6 çiye? tirşikvanan ev qas jî nexin bin pîya.



13.05.2014 23:54 | resençiyayî

5. tişta ku baş bû ku çênebû.

beşdarbûna bernameya trt6ê bi min tevgerek polîtîk e. erê ger yekî sernavê tirşikê biçûya û beşdarî bernameyê biba wê danasîna tirşikê bihata kirin lê danasînek çawa ? li ser qanala dewletê, danasîna malperekî ku %99ê nivîskarên wî ji dewletê nefret dike.. ev yek dibe ku fikrek weke vê derxistiba holê " ev malper aîdê kesên nêzikê dewletê ne.



bi min ew ê ne danasînek baş bûya. lewma li gor fikra min beşdarbûn ne rast bû.



14.05.2014 00:01 | brusk56

6. heke kesek ji tirikê biçûya trt 6'ê û behsa tirşikê bikira.Min ê teqez û bê veger dest ji nivîsandinê berda ye.

Bila tirşik xwe ew qas erzan neke



14.05.2014 19:43 | cekdar

7. ev vexwendin li gor min heqaretek e. wek ji me re bÊjin 'werin emê di rûmeta we nin.' ez ji heval admîn re silavÊn xwe yên germ û spasî dişînim, ji ber ku qebûl nekiriye*



15.05.2014 00:32 | mergehez

8. admîn xeletî kiriye. ger imkanek wusa peyda bÛ dive em herin tirşikÊ li vir bidin nasandin.

xwedÊ heye ewên trt şeş Ê protesto dikin hetta yewar televîzyonên tirkî temaşa dikin.

trt şeş kanala kÊ dibe bila bibe zimanÊ wÊ kurdÎ ye ya ew bes e.

gor min hezar car ji ew televîzyonÊn pkkyê ku nivÎ tirkî, nivî kurmancÎ rindtir e.



15.05.2014 15:52 | cinorek

9. vexwendina ku baş e pêk nehatiye . bi a min tu ferq di navbera qenalên tirkî û trt 6 ê tune ye . tew trt 6 ji qenalên tirkî jî xirabtir e lewma qenalên din bi zimanê xerîb ji me re çêra didin lê vana bi zimanê me ...



15.05.2014 17:42 | cegerxwîn

10. (bnr: navê)

tu divêtiya me bi qenalên dewletê nîn e.



15.05.2014 21:08 | mergehez

11. tişta ku ger pêk bihata, wê nûnerê tirşikê, li trt6ê bi kurdiya trt6ê biaxiviya an bi kurdiya xweş a tirşikê biaxiviya nizanim.



16.05.2014 02:03 | brusk56

12. Heke ev yek pêk bihata roja piştî wê dê nivîskar têketana hûndir
Bi rastî ez meraq jî dikim bê ka ev nivîskarên hêja kîne û di axaftinê de jî bi kûrdîya resen dikarin baxivin
Heke pêk bihata ez bawerim pêşkêşvan dê van pirsa bipirsîyana

-we çava tirşikê oluşturmîş kir?
-başka karê we tûnebu we vêya çêkir?
-ev fîkîr çawa hat aqlê we?
-tirşik ji dewletêre çi fayda dê saxlamîş bike?



24.01.2020 18:33 ~18:49 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» vexwendina tirşikê ya trt 6ê
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» trt şeş bêxêr be
» 6ê nîsanê

Kategoriyên mijarê:: nuce tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî