1. Kûsî Jî Dikarin Bifirin ji yek berhemên, derhênerê kurdi Irani behmen qubadî ye. |
|
08.09.2014 13:26 |
xwelî li ser
|
2. wek hemû fîmên derhêner yên din, agir dixe dilê mirov. |
|
09.09.2014 10:15 |
nazim tolhildan
|
3. di stranên gelerî yên tirkan de hêmanên surrealîst pir caran rasta mirov tên. mînak |
|
27.03.2015 14:15 |
bijêrvan
|
4. babavo eger dikarin bifirin, bila bifirin tu kesî gotiye nikarin bifirin? |
|
27.03.2015 19:33 ~19:33 |
serhednişîn
|
5. Min he jî wî fîlme temaşe nekiriye. Nizanim film behsa ci dike. Ci qasi serm e. |
|
27.03.2015 20:08 |
mala te ava
|
|
|
27.03.2015 20:34 |
remlavêj
|
7. Xelat: |
|
18.03.2016 23:31 |
helik orimiyo
|
8. Fîlmê ku ji aliyê Bahman Gobadî di sala 2004an de hatiye kişandin e. |
|
19.03.2016 13:54 |
gulêê
|
9. Fîlma ku her kurdek bêşek ji zaroktiya xwe tê da dibîne. Masiya ku laylon da dibe xwîn, Kusiyên di bin avê da, zarokên nav minan da em zarokin kurdin û zû bîr va dikin. "Bila ne be ferx em tên xapandin lê naxapînin tu car" Lewra em qet zaroktiya xwe dernakevin û sedem eve kû her tişt tê tolerekirin aliyên me va. Ruyên me zaroktiya da dikene wisa dikene, wisa dikene û mezintiya me ra ev ken qet namîne. |
|
19.03.2016 15:49 |
qertewîn04
|
10. fîlma ku êdî bi kurmancî dikare were temaşekirin. têbinî-2: Hûn dikarin van fîlman dîrekt ji vê koma telegramê temaşe bikin: Here lînkê [Tu tişt ne hewce ye, hûn dikarin dîrekt temaşe bikin] têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142 têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya smplayerê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr: smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin. |
|
26.09.2021 18:18 |
simurg56
|
11. dema min dest bi wergera fîlmî kir ezmûna min hebû û min gotibû bela fîlmekî hêsan be ku zêde dema min nebe zû xelas bikim loma min eve hilbijart lê wekî min texmîn dikir ne hêsan bû û di sê çar mehan de qediya :D di jêrnivîsa îngilîzî de gelek ciyên newergerandî hebûn. min li jêrnivîsa turkî nerî ewe jî rasterast wergera ya îngilîzî bû. îja heya ji min hat min bixwe ew ciyane wergerandin lê çend cî jî ez tê negehiştim û vala man. herwa hin ciyan karakteran tiştek digot jêrnivîsê tiştekî din digot. min ew ciyane jî rast kirin. û ji bo rehet bê têgehiştin min gelek peyvên sivik bi kar anîn. bo nimûne ji devla çekê min sîleh bi kar anî, bo yekî/a asta destpêkê jî bikare tê bigehe. |
|
26.09.2021 21:47 |
keyomerd
|
12. Destê keyomerd sax be, berî niha jî li ser televîzyonê bi dûblaja tirkî car caran liqayî dibûm, lê tu carî min bi dawî nekiribû. Çawa li ser youtube hat bar kirin, min temaşe kir. |
|
26.09.2021 22:30 ~22:32 |
merwano
|
13. Min carekî hewil dabû sitranekî wergerînim çiqas li min giran bû û pê westiyabûm bi xwedê karê wergerê qet ne hêsan e. ji bo vê kedê spasiya te dikim birêz @keyomerd xêra te min dîsa temaşe kir bi awayekî baştir. Lê hinekî hesûdîm jî :d min soranî ewendey baş nazanim ta wêrgerîş bikem bedaxewe :( |
|
26.09.2021 23:46 ~23:50 |
navîgiranmezelîwêran
|
14. Fîlmê ku min di sala şoreşa Rojava li Nisêbînê temaşe kirîye. |
|
27.09.2021 19:33 |
pîroz
|
15. Li gorî çîrokeke kevin, Kusîyek ku li tenişta golê dijî her dem li çûkên dora xwe darî dike û çavnebariya wan dike. Ew dixwaze bifire û her roj teyrên ku li dora golê de difirin teqlîd dike. Bi demê re, ew bi van çûkan re dibe heval û hestên xwe bi wan re parve dike. Kusî dixwaze bi firînê biçe aliyê din ê golê, ger ew bixwe biçe, ev rêwîtî dê salek berdewam bike. Ji ber wê kusî lê çûkan dizivire û dibêje. |
|
15.10.2021 22:03 ~22:03 |
yûsiv
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |