1. Helbestkar û wergêr. Di 2yê Sermaweza 1934an de, li gundê Sîpanê yê Yêrêvana paytextê Hayastanê (Ermenistanê) ji dayîk bû. Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e. Pêşiyên wî ji bajarê Qersê, ji gundê Emançayîrê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, tevî Kurdên Êzidî yên din û Ermeniyên herêmê derbasî aliyê Ûris bûne, bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine. Wî dibistana seretayî li gundê xwe Sîpanê, di sala 1951ê de kuta kir. Zarokatiya wî, di ber xwendinê re, di nava xwezaya çiyayên Kurdan ên li aliyê Hayastanê (Ermenistanê) de derbas bû, vê yekê jî hiştiye ku ew bibe tebiyetbêjekî yekta. |
|
17.07.2013 13:27 |
înano lo
|
2. hûn dikarin berhemên wî ji vê lînkê peyda bikin: http://bnk.institutkurde.org/catalogue/auteurs/auteur.php?autcode=89 |
|
17.07.2013 13:28 |
înano lo
|
3. hemû berhemên wî wekî du pirtûk ji weşanên lîs ê hatiye çap kirin û buhayên van herdu pirtûkan bi maaşêkî ye |
|
20.07.2013 01:16 |
cîncoqo
|
4. xwekuştiye lê mixabin ne ji bo prisgirekeke felesfik ji bo xizaniy3e evji têra xwe trajike. |
|
03.08.2013 11:59 |
tivirloismail
|
5. mezintirîn helbestkarê qonaxa wêjeya kurdên kavkazan, ango qonaxa riya teze. fêrîko, di wêjeya kurdî ya sedsala 20. de wêjenasê herî gerdûnî ye. haya wî ji helbestên helbestkarên mezin ên cîhanê heye û wêjeyê ji xwe re nekiriye alav! tam eksê vê fêrîkê ûsiv kar û barê xwe tenê kiriye wêje! yanê cegerxwîn helbestê çawa ji xwe re kiribe alav (bo serxwebûn û azadiya kurdistanê), fêrîkê ûsiv jî helbestê ji xwe re kiriye armanc. lê sed heyf û mixabin ku fêrîko hê nû giha xwendevanên xwe... bi tenê helbesta wî ya bi navê "fortek" bedelê gelek helbestên ku bi kurdî hatîn nivîsandin e. |
|
22.10.2013 18:34 |
zero
|
6. bi dengê kawa nemir helbesteke fêrîkê usiv: çiyano. |
|
24.03.2015 16:57 |
diclefirat
|
7. Zavayê heciyê cindî ye |
|
24.03.2015 20:12 |
cîncoqo
|
8. Xweşşa'irekî kurd e. Di heyama edeba kurdiya kurmancî ya modern a qafqasyayê de şa'irê herî xurt e. Bimre stalînizm.... |
|
25.03.2015 12:27 ~12:29 |
lalûte
|
9. "mezintirîn helbestvanê kurmancî ya sedsala 20. û Cegerxwîn ber wî ne tiştke" (Kawa Nemir) |
|
18.06.2015 03:36 |
hola êzîda
|
10. Gerek birez kawa ne gota cegerxwîn |
|
18.06.2015 13:51 |
hogir elegez
|
11. di bernameya daxwendê kawa nemir got ku ew ê bijarteyekê ji helbestên fêrikê usiv wergerînê ingilizî û her wisa şener ozmen jî wê fêrik wergerîne tirkî. |
|
18.06.2015 22:57 |
diclefirat
|
12. fêrîkê ûsiv êzîdî bû, lê xwe wek kurd didît û di helbestên wî de jî çend caran gotina Kurdistan û Barzanî derbas dibe. |
|
18.06.2015 23:22 |
hola êzîda
|
13. (bnr: kesên ku kurd û êzîdiyan ji hev cuda dibînin) |
|
18.06.2015 23:39 |
ceso
|
14. kesê ku hunermendê navdar û serkeftî ye. dikare hem kurd bibe ji barzanî re ji kurdistanê re helbestan bibivîse. dikare îbadeta xwe ya olî bîne cih. dikare hem kurd be hem jî êzîdî. kurdbûyin n li ber êzîdîbûyin ne asteng e. |
|
19.06.2015 01:42 |
endazyar
|
15. Èzîdî jî kurdîn tunê bawerîya wan cuda ye. |
|
19.06.2015 12:56 |
ronahî
|
16. di helbestek wî de hevokek wisa heye; |
|
19.04.2016 00:49 ~00:51 |
çiyayê mêrdîn
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |