Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 17 peyam
fêrîkê ûsiv - tirşik
fêrîkê ûsiv
(8) (0) (2)
di mijarê de bigere

17. Helbesta wî ya (bnr: gozel) tiştekî nedîyî ye..

gotinên vê helbestê min serobino dikin..



gozel



sîng û berê kewgozelê elegez e,

vê biharê wê xemiliye rez bi rez e:



memikên yarê li ser bedenê cotkanî ne,

xalêd sûret mîna konê kurmancî ne.



guliyên yarê mîna cewên derbiharê,

hev girtine, fitil fitil têne xwarê.



ezî li ser kawkubarê bengiyê xefûr,

min da destan û lîlandin sîmên tembûr.



min got: - yarê, tembûr di destê min de heliya,

were li lawikê xwe kerem ke cotê guliyan.



got: - beytûyo, por û guliyên min qumaş in,

yêngên mîna te bê sewda û bê hiş in:



sîng û berê min zozan e, ez çavreş im,

ne ya te me, para lawikê xwe yê keleş im.



got berzeqê û bi awir li min nihêrî,

awirên wê li min bûn mîna kêr û dirrî.



cotê guliyan bûn cotek mar û li min venîn,

saza min ket, tilî û pêçiyên min lerizîn.



mêrg û geliyên elegezê girtin dûman,

niza’m ji çi re gelo bihar bû zivistan.



1957



fêrîkê ûsiv



(bnr: nîzamettin ariç) û (bnr: erdewan zaxoyî) gotinên helbestê kirine stran û xwandine..

lê bi ya min tu kes nikare weke nîzamettîn ariç xweş bixwîne

Hema dîsa jî erdewan jî maqameke xweş xa xwandiye



bi dengê nîzamettîn ariç:







bi dengê erdewan:





01.07.2016 23:32 ~23:35 | bûtîmar

18.

;index=52
ki dizane ewa ku fetullah özmen dixwine di kijan pirtûka ferikê ûsiv de derbas dibe?



14.01.2017 12:48 | cinorek

19. "Ez ê hildim tiliya te, Bigirim takî guliya te, Kuzkê dilê xwe dakim, Gazî şems û xweda kim" ji helbesteke wî ye.



14.01.2017 17:24 | daskan


21. ji înano lo berawirdkirinek balkêş: ez nizanim tu yê êdî çi bînî serê min ê sewdeserî/3482



12.08.2017 12:55 | tizbîkêş

22. (bnr: nehate sêrî şiêra min)



27.01.2019 12:49 | bûtîmar

23. Fêrîkê Ûsiv yew helbeswanê zaf erjayeyê. No helbestê ey zaf weş mi şino.
(lînk:

)



01.01.2020 22:42 | bazêçewlîg

24. xwedê ji mehmed uzun û selîm temo razî nebe hin helbestên fêrîkê ûsiv di antolojiya edebiyata kurdî (2003) a mehmed uzun de li ser navê fêrîk polatbekov belav bûye. her wiha selîm temo jî di antolojiya xwe de polatbekov wekî helbestvanekî kurdî hesibandiye lê polatbekov qet bi kurdî nenivisiye. selîm temo jî ji antolojiya mehmed uzun neqil kiriye, jixwe helbesteke wî tê de heye (heykelê min). cara ewil rehmetî firîda hecî cewarî qala vê şaşitiyê kiribû jixwe şaşitiyên di antolojiya selîm xoce de, ne yek û ne dudu ne.

heciyê cindî di romana xwe ya hewarî de behsa fêrik polatbekov kiriye.



24.03.2020 19:24 | tizbîkêş