Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
andre breton - tirşik
andre breton
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. André Breton (z. 19'ê reşemiya 1896, Normandiya - m. 28'ê rezbera 1966, Parîs), helbestvan, nivîskar, rexnegîr û bîrewerê fransî ku pêşengekî herka surrealîzmê (serberravaniyê) ye.

Bijîşkî û psîkyatrî xwendiye. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, bi riza xwe li nexweşxaneyek leşkerî li nivîngeheke noropsîkiyatrî dixebete. Li vê de, bi Alfred Jarry û Jacques Vaché yên ku li dijî hunera kevneşopîyê bûn re hevnasîna wî çêdibe û gelek di bin bandora ramanên van herdu kesên antîsosyal de dimîne.

Di sala 1919'an de bi Louis Aragon û Philippe Soupault re kovarek bi navê Littérature (Wêje) derxist. Di vê navbênê de bi Tristan Tzara yê dadavan re ket têkiliyê. Di 1924an de bû pêşengek ji damezinerê Buroya Lêkolîna Surrealîstê. Bi pirtûka xwe ya nav Les Champs Magnétiques teknîka nivîsa otomatîk ceriband. Dîsa di vê salê de Manîfestoya Surrealîst nivîsand û bû edîtorê kovara Şoreşa Surrealîst. Di demek kin de li dora wî komek ji hunervanên ciwan weke Philippe Soupault, Louis Aragon, Paul Éluard, René Crevel, Michel Leiris, Benjamin Peret, Antonin Artaud û Robert Desnos çêbû.

Di sala 1927an de bû endamê Partiya Komunîst ya Fransayê. Lê di sala 1933an de jê hat avêtin.

Di pêşengiya Breton de surrealîzm li gişê Ewrûpayê deng veda û bandor li tevê şaxên hunerê kir.Di berhemên vê demê de bi lêpirsînek tund li ser "Qurma hesîneyên mirov û nêrîna bûyerên derdorê ya mirov" hate rawestin.

Di 1938an de çû Meksîkayê û li wir bi Troçkî re hevnasîna wî çêbû. Wî û Troçkî bi hev re Manîfestoya ji bo Şoreşa Hunera Azad (Pour un art révolutionnaire indépendent) nivîsandin. Lê manîfesto li ser navê Breton û Diego Rivera hate weşandin.

Ji ber ku ji xebatên Dewleta Fransayê ne memnûn bû 1941ê de li ser navê penaberiyê pêşî çû DYA'ye paşî jî çû Karayîbê.

Breton, di 1946an de vegeriya Parîsê û li dijî kolonyalîzma Fransayê Manîfestoya 121'yan nivîsand. Di vê manîfestoyê de li ser Şerê Rizgarbûna Cezayîrê rawestiya û heyta dawiya temenê xwe jî xebatên xwe li ser vê mjarê domand.



Di sal 1959an de li Spanyayê li ser navê Homage to Surrealism pêşangehek damezirand. Di vê pêşangehê de cî da berhemên hunermendên navdar yên wek Salvador Dalí, Joan Miró, Enrique Tábara û Eugenio Granell.

André Breton di 1966an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.



17.07.2013 13:41 | cirano

2. ez berhemên wî pirr meraq dikim ka rojekê wî jî bixwînim



24.03.2014 21:11 | elomelo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» andre breton
» breton

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî