Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; lîstika peyvan
peyamên çepikkirî

51172. bernameya ku ez berîyan çen rojan beşdar bûme, ku rastîyê bibêjim tu sucê bernamê nîne lê em kurd bixwe nizanin zimanê xwe. yekê niha bêje "qey kê perwerdehîya kurdî dîtîye, em ji ku zanin, qey li rihayê oxford hebû û me nexwend?" na birêmin, NA kekê minê ezîz; xwe nespêre tu hêcetan. zimanê te ye oxlim divê tu bixwînî Û binivîsî. yan xelkê kenê xwe bi te bikin. hişyar be!



29.06.2013 03:18 | endazer

51226. ji bo bernameyÊn wihareng hê zû ye, gelek gelek zû ye, ger ku peyv tunebe dê çawa lîstik hebe?

ji bo ku tu bikaribî pirsan bibersivînî divê tu wate û îzah û ravekirinên peyvan bizanibî, di nava jiyana xwe ya rojane de bi kar bînî, bi wan peyvan re razî bi an peyvan re rabî bi wan peyvan xemgîn bî bi wan peyvan şa bî, têxî binhêşê xwe û ji wir bi hêsanî dêrînî serhêşê xwe..

ji bo wan yekan xwendin divê, perwerdehî divê, karîbûna fînansekirina jiyana xwe û civatê ya bi zimanê xwe divê, ferhenga kurdî-kurdî divê, rojname û pirtûkên bêserûber divên, bi kurtasî dewletek divê



08.06.2013 14:50 | simurg56