Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 55 peyam
aboriya kurdistanê - tirşik
aboriya kurdistanê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: berîk valaya)



10.11.2014 22:55 | hûteheftserî

2. ya ku li ser kaçaxçîtiyê ye *



10.11.2014 22:57 | brusk56

3. (bnr: dewlet bîze baqmîş nake)



11.11.2014 00:46 | vêca çiyeeee

4. ger em wek têgeheke bigirin destên xwe binirxînin, divê destnîşan bikin ku kîjan kurdistan?

niha kurdistan çar perçe ye û her yek ji wan ji yên din cuda ye

jixwe ji xeynî başurî axên dîn hê ne ser bi xwe û azad in lewma jî ne pêkan e pargeleke birêkûpêk bo aboriyê saz bibe

mariv ji bo niha bi tenê bo başurî dikare çend tiştan bêje û parçeyên din jî divê di nava sîwaneke din de bên nirxandin..

aboriya başurî mixabin li ser neft û petrolê ye. dibêjim 'mixabin', ji ber ku heke aboriya dewletekê li ser çavkaniyên binax ava bibe, tê vê wateyê ku dewleta hanê li paş maye..

nîşaneya pêşveçûyînê hilberînên li ser amûr û alavên teknolojîk û zanîstî ne.. di kurdistana başur de mixabin hê serê derziyê jî, lastîka erebeyê jî, îskana çayê jî nehatine hilberandin.

perwerdehiyeke hemdem tune ye ji ber wê ye ku nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane bi tena serê xwe peyda bikin, her tiştên xwe ji derve dikirin, û bi tenê petrolê difroşin, petrol jî ji aliyê dewletên din tê derxistin yanê hê nikarin petrola xwe jî dêrînin..

bi kurtasî rewşa parçeya ku tenê ew azad e jî gelek xerab e, niha petrol heye lewma ne xem e lê sibe?



11.11.2014 00:57 | ferhenga şikestî

5. ger mebest ekonomiya kurdistanê be, li ser karkerî, xwedîkirina heywanan, cotkarî, qaçaxî û hwd. e.

lê ger mebest sermayeya kurdistanê be, mixabin hema bêje tune. em behsa hebûna 40 milyon mirovan dikin lê di holê de tu hêzeke ekonomîk tune. di warê ekonomiyê de hêza me ne bi qasê %1ê hêza me ya leşkerî ye.



lê belê ev rewş ne girêdayî bêdewletbûnê ye jî. cemaata gulen berî ku bibe xwedîdewlet jî hêzeke mezin ya aborî afirand ku niha teyyîp nikare têk bibe. hema bêje li her dewletî, karsazên mezin yên cihû hene. gelek tirk hene li ewropa û amerîkayê ku xwediyê fabrîkayên mezin in.



mixabin beşek ji kurdan ji ber fikrên sosyalîst û nizanim çi û beşek jî ji ber bêxîretî bêaqiliya xwe, giringiyê nadin vê mijarê. lê divê bê zanîn, hêza ekonomîk û hêza medyayê jî bi qasê hêza leşkerî girîng e û heta belkî girîngtir be jî.

ne bi keda xwe lê bi saya petrolê be jî, niha li başûr hêzek heye di destê kurdistanê de: me dît ku ev yek bû sedema ku di serî de amerîka û dewletên din yên dinyayê çawa xwe gihandin hawara barzanî. ger ne wisa bûye, wer xuya dikir ku wê 200 hezar pêşmergeyan nekariya kurdistanê biparêzin. welhasil ya ku kurdistana başûr xelas kir, hêza ekonomîk û têkiliyên baş yên ji ber vê hêzê, bû.



11.11.2014 15:21 | simurg56

6. bêguman qelen e. Çerxa aboriya kurdistanê, li gelek heremên kurdistanê, mixabin bi qelena qîzên reben ve dizvire.



18.11.2014 11:59 | nazim tolhildan

7. berçîçeq vala ye!



21.01.2020 20:26 | oceancr

8. Dema gelên dagirker ji Kurdistanê vekişin, wê aboriya Kurdistanê pêş bikeve û bihêz bibe.



17.03.2023 18:13 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» aboriya kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî