Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 62 peyam
beşa sînemayê ya tirşikê - tirşik
beşa sînemayê ya tirşikê
(2) (0) (13)
di mijarê de bigere

21. beşa ku min fêm nekir ka çima ji filman re li ser 100î puanan tê dan. dema ez puan didime fîlman xwe mîna kaxizên azmûnan a xwendekaran dixwînim, dihisînim. * xwezî li ser 10 puan hatiba pilekirin.



17.12.2014 11:18 | biruya hayao miyazaki

22. beşa ku mixabin zêde balê nakişîne.

an tu tirşikvan li fîlman temaşe nakin an jî temaşe dikin lê şûna ku fîlmê li vê beşê zêde bikin û li vir nêrînên xwe parve bikin, diçin li deverên din dinivîsin.



23.10.2015 17:34 | simurg56

23. beşa ku têra xwe balê nekişandiye li ser xwe. Lê eslê xwe de ev beş tenê bi serê ji bo zimanê kurdî şoreşek e.



23.10.2015 18:42 | brusk56

24. Beşa kêfa min pir jê re tê û wê weke her tiştê kurdan hêdî hêdî pêşve here.



23.10.2015 20:06 | azadixwaz

25. ya ku gihiştiye 136 fîlman.

dema tê de têra xwe fîlm çêbûn wê bibe çavkaniyek bêhempa.

mirov wê bikare hemû agahiyên filmê û puanên ku tirşikvanan dayî bibîbe û di heman demê de şîroveyên tirşikvanan jî bixwîne. dema hemû korele be em ê randimanek baş jê bistînin.

lê divê herkes filmê temaşe kirî, li beşa filman zêde bike û hejmara fîlman zêde bibe.



08.11.2015 19:56 | brusk56

26. (bnr: beşa filman a tirşikê)

beşa min hêvî dikir populertir be, bi ya min beşeke pir kêrhatî ye û loma jî divê bê pêşde birin û tije kirin. ji ber xalî-buna tirşikê wê zêde kes vê peyamê nexwîne lê dîsa ji ez ji vir bang li 40 miljon kurdan dikim ku dest bavêjin vê beşê û bêxin gul û gulistan.



14.02.2016 01:39 ~01:40 | azadixwaz

27. dema meriv fîlmek dişîne, êdî hew dikare agahî an jî rastnivîsên wê fîlmê rast bike. xwedê giravî ev tişt nehatiba serê min, ti haya min jê nedibû. *



29.04.2016 23:56 | biruya hayao miyazaki

28. niha 301 fîlman dihewîne. dema bû 1000 fîlm. em ê bikarin bêjin, me arşîvek xweş ya fîlman heye.



23.06.2017 17:17 | simurg56

29. Naşixule. Berê em navê fîlman dinivîsand agahiyên imdbê ji ber xwe dihate ser. Ji afîşan bigire heta zimanên fîlman bixwe dihat. Edî tev wek n/A xuya dike.

Sîstema puanên fîlman jî li ser 10ê ve bihata pejirandin hêj baştir bibe. Aniha pûan li gorî sîstema hejmara 100ê dihê dayîn.



23.12.2017 11:24 | rûbar

30. agahî: wek li jor jşî hatiye gotin, niha di lêzedekirina jixweber ya fîlman, naxebite. dîsa jî mirov dikare bi destî fîlman lê zêde bike.
îhtîmalek mezin, imdbyê di sîstema xwe de guherînek çêkir û loma wisa çêbû. di rojên pêş de ez ê lê binêrim û sîstema me li gorî rewşa nû, rojane bikim.



26.12.2017 23:14 | simurg56

31. agahî: problema standina agahiyan ji malpera imdb'ê hat çareserkirin. yanî hûn dîsa dikarin tenê navê fîlmê binivîsin û tirşik jixweber agahiyên fîlmê û afîşa wê ji imdb'yê bistîne.

sedema xeletiyê, rojanekirina malpera imdbyê bû. me jî sîstema xwe li gorî vê rojanekirinê, rojane kir.



24.01.2018 17:08 ~17:09 | simurg56

32. niha 400 fîlman dihewîne.
ji bo wan kesan ku nizanin wê çi temaşe bikin, êdî çavkaniyek têr û tije ye. ger nivîskarên me dema li fîlmekî temaşe bikin, wê fîlmê li tirşkikê jî zêde bikin, wê bibe arşîvek hê mezintir. tabî divê mirov pûan jî bide, û ku pêkan be şîrove jî bike.

lêzêdekirina fîlman gelekî hêsan e. navê wê binivîsin û pêl enterê bikin, jixwe tirşik hema bêje hemû tiştî otomatîk dike.



12.05.2018 11:57 ~12:00 | simurg56

33. Beşa go îda divê hejmara binivîsan zêdetir bibê ye.
Te'ma binnivîsên kurdî ji wan zimanên dî xweştir e.



12.05.2018 14:07 | gumgumok

34. Beşa ku îda têra xwe fîlman dihewîne û axlebe besî yekî sînema-hezker e. Heta niha 556 fîlm lê hatine zêdekirin. Roj bi roj zêdetir dibin.
Bi arikariya tirşikvanan wê bibê 700, peyre 1000....
Dema hinek dixwazin fîlmekî temaşe bikin, ez lînka vê beşê parve dikim. Xêra Xwidê.
55 fîlmên wergerandî kurdî jê dihewîne û hêdî hêdî ev hijmar wê zêdetir bibê.
Li gorî mîsyona tirşik.net'a ku xwerû bi kurdî ye, divê wergerînên Kurdî bêhtir bin. Lê mixabin j'ber ku ev kar ked, wext û dildariyê dixwazê, ti kes xwe nadê ber.
Bi kurmancîya xwe yî şikestî, hêdî hêdî ez binnivîsekê diwergerînim. Nizanim wê çi jê derkevê.



17.01.2020 02:41 | gumgumok

35. beşa hêvî dikim wê rojekê fîlmên kurdî an wergera kurdî jî biweşîne ye.



17.01.2020 18:37 | berxweda

36. di pergala heyî de mirov jê dernaxe ka çi fîlm e, çi rêzefîlm (rf) e. tenê di rf-an de dirêjahî mîsal wekî 10 tê nîşandayîn, lê ev hejmara beşên wê ne. heke berhama ku wê were vekirin ne fîlm be, lê belê rf be, bi min bila di agahiya cureyê de bibe xwediya etîketa "rêzefîlm"ê jî, da ku bikarhêner di beşa fîlman de bi hêsanî bigihîje rf-ên lêzêdekirî. ez bi xwe lê zêde dikim û gava li etîketa rf-ê ditikînim hemû rf-ên din jî derdikevin (ku bo niha tenê yên min lê zêde kirine têne rêzkirin). heman tişt pêkan e bo kurtefîlm, belgefîlm hwd jî bê çêkirin.



28.04.2023 22:33 ~22:37 | biruya hayao miyazaki

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» beşa endezyariya kombersê ya zaningeha egeyê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî