1. Ji simurg56 re bûye kul û derd. |
|
17.01.2015 20:59 ~2015.09.18 16:15 |
xendekî
|
2. ku îro jî ji ber wê bobalatê di derdora behra reş de nexweşiya pençeşêrê zedê ye..dibêjin xwarina dendikên tiriyan ( bi awayekî hûr kirî) mirovan ji pençêşerê diparêze ku li ukraynayê hin gundî ji ber xwarina dendikan ji bandorên neyînî yên bobelata çernobîlê filitîne.. |
|
18.01.2015 17:58 |
havka
|
3. bobelata çernobîlê bobelateka nukleerî ye ku di 26ê nîsana 1986an de di reaktora çaremîn a hêzgeha nukleer a çernobîlê de nêzîkî bajarê prîpyatê ya bakurê ukraynayê nêzîkî sînorê belarûsê qewimiye. Here lînkê navik ji ber kêmasiyeka reaktorên sovyêtê teqiyabû. valery legasov, zanyarê serekî yê ji bo bobelata çernobîlê dixebitî û lehengê çernobîlê, ji ber ku li dadgehê ev rastî got hukûmeta sovyêt ew ji karê xwe derkir. du sal ji teqînê şûnde legasovî întihar kir û li paş xwe kasêtên dengî hiştin ku tê de qala çernobîlê, çewtiyên lê hatine kirin, çewtiyên hukûmeta sovyêt dike. beşek ji wan kasêtan bi jêrnivîsa îngilîzî: vîdyoyê veke piştê teqînê blokên grafît ku dora navikê dipêça û gelekî radyoaktîv bûn, belavî banê hêzgehê û dora wê bûn. agirkujên ku di herî serî de ji bo vemirandina agirê teqînê hatibûn bêyî ku bizanin ev çi ne nêzîkî wan dibûn û dûçarî radyasyonê dibûn. ew agirkuj hatin rakirin bo nexweşxaneya prîpyatê û piraniya wan mirin. ji ber ku heya cilên wan jî radyasyon girtibûn, perestaran ew ji wan kirin û birin danîn bindava nexweşxaneyê. cilên wan hîn li wir in û hîn radyoaktîv in. ji bo pakkirina banê hêzgehê ji blokên grafît pêşî robot hatin bikaranîn. lê li banî radyasyon ewqas mişe bû ku robot demildest xera dibûn. mecbûr man bi mirovan pak bikin. ji wan mirovan re gotin "biyorobot". piraniya wan mirin. wêneyekî wan blokan: Here lînkê tawanbarên bobelatê anatoly dyatlov, viktor bryukhanov û nikolai fominî 10 sal cezaya giran stend. piştî teqînê darên daristan nêzîkî çernobîlê mirin û rengê pelên wan veguherî sorî. niha daristan wek "daristana sor" tê zanîn. herwa piraniya lawirên dora çernobîlê mirin, yên mayî jî çêlîkên bêteşe çêkirin. çêlîkeka wê demê çêbûye: Here lînkê niha çernobîl ji bo geştiyariyê vekirî ye. mirov dikare biçe heya hundirê hêzgehê jî. ger hûn dixwazin çend sal ji emrê xwe kêm bikin ez pêşniyaz dikim * bobelata çernobîlê ji bo lîska kombersî (bnr: s.t.a.l.k.e.r.)ê jî bûye îlham. herwa ger we darî zincîreya çernobîlê (2019) nekiribe teqez pêşniyaz dikim. |
|
05.05.2021 17:58 ~2021.05.09 03:45 |
keyomerd
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
|
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |
|
hirç û govend kêç û pornografî [2] |
|
secrets of the neanderthals [2] |