Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 26 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; bercîs
peyamên çepikkirî

58049. Gerstêrka mezintirîn ya di pergala rojê de Bercîs (jupîter), bi rastî bi hebûna xwe hemû hevsengiya gErdûnê (Dinyayê) pêk tîne. Hemû hesab û hilkolînên astrofîzîk rastiyan derxist Jupîterê ya li ser rêgeha pergala rojê, hevsengiya tevî Erd hemû gerstêrkan rast dike û nahêle ku ji ew rêgehên xwe derkevin. 65 milyon sal berê, serdema mezinên me yên

Dînozaran bi xemsariya Jupîterê ji holê rabû. Jupîter,

hêza kêşeyî hilgirtiye ser milê xwe û nahêle ku, ti

meteor li Dinyayê bikeve. Lêbelê 65 mîlyon sal berê

Jupîtera parêzvan, li ser hemdê xwe nebû û ji rûyê wê, Asteroîdeke pir mezin li Dinyayê ket û hemû Dînazorên reben ji holê rabûn. Xemsariya Jupîterê bû bela serê Dinyayê. Bi sed hezeran Dînazor mirin û bûn wek fosîl. Em dikarin bibêjin di bin mirina wan Dînazoran de xêrekê jî heye, ji ber hindê ye ku, heke Dînazor ne miriban wê niha tu neft û petrola me tunebûya. An jî berevajî wê bifikrin, belkî ewqas şerê petrolê jî dernediket holê û niha Dinya aramtir bibû. Kar û xebata din ya Parêzvaniya Jupîterê jî, stêrknasê navdar George Wetherill di gotara de xwe ya bi navê “Jupîter Çiqas Rind e” li ser erka Jupîterê wisa dinivîse:



''EUROPA: PEYKA JUPÎTERÊ



Europa, ji yek peykên xwezayî ya Jûpîterê ye. Di sala 1610an de ji aliyê Galileo Galilei (peykên li fezayê) ve 4 peykên mezin hatine dîtin. Li gor nezîkbûna gersterkê di rêza duyem de ye. Ji ber vê jî wekî “peyka 2. Ya Jûpîterê” hatiye binavkirin. Li gor hin îdîayan, li Europayê jiyan heye. Rûyê peyka Europa ya ku eşkêla wê 3000 kîlomîtro ye, bi qeşayê hatiye dorpêçkirin. Li gor kifşên dawî, di bin qatên qeşayê de şopên golên mezin hatinê dîtin. Di nava resonansa Laplacê de li dora gerstêrka xwe dizivire. Resonansa Laplaseyê, IO û ya Ganymedeya Europayê, di mîtolojiya Yewnanan de navê karekterekî ye. Rûyê wê yê wek mozaîkê, çal û şopên li ser gerstêrkê, nîşanên tevgerên jeolojîk in.



OKYANÛSA EUROPAYÊ: Tê pêşbînîkirin ku di bin qalikan de okyanusên kûr hene; çimkî peyk gava ku di rêgeha xwe ya elîptîk de ye, bi hêza guherbarî ya perîyodîk a Jûpiterê, tê dewisandin û tengavkirin û bi vî awayî germ dibe. Bi vî awayî, dibe ku li peyka Europayê mîkro-organîzma bijîn û ew jî bibe nîşaneya jiyanê. Lê nîşanên hidrojenpe-roksidîn û asîda sulfûrîkî ku dibin sedema mirina mîkroorganîzmaya jî hene. Lê hinek delîlên hirojenpe-roksidîn û asîka sûlfûrîkî ya ku serateya organîk didahûrîne û zirareke mezin jî dide. Lê belê, bakteriyên ku di gerdûniyê de digel hemû şert û mercên herî dijwar jî dikarin bijîn, hatine dîtin. Ango em dikarin bibêjin, li Europayê jiyan tuneye û bi du-sê organîzmayên beredayî jî jixwe jiyan pêk nayê.''



29.06.2013 12:10 | simurg56