Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
helbestên arjen arî - tirşik
helbestên arjen arî
(0) (0) (16)
di mijarê de bigere

21. (bnr: ey ax!)



07.03.2015 14:22 | ferhenga şikestî

22. Efendîno

rahijin teşkên xwe

rahijin kincên xwe postalên xwe û şivqeyên xwe

çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:

tenq, top, tiveng, teyare…

û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh

û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh

û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî :

hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî

û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî

û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî

tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…

hûn ê biçin

hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin

hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!

biçin: berî kuç û kevir di we werbin

biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we

û hêj ku agir vêneketiye j” agir:

hima niha, vê kêlîkê, ji vir

rahijin teşkên xwe

û biqeşitin ji vir, efendîno!

hûnê biçin efendîno, hûnê biçin

berî ku hûn bisekitin se se

hima rahijin teşkên xwe

û

biqeşitin!



Arjen Arî



08.03.2015 23:02 | quşxaneli

23. (bnr: tu bihata)



Himbêzek ramûsan man li keviya çêm

Te gotibû îşev ez têm,

Îşev, beriya hîv dagere kevan...

Ma gund raneza, ma sa ranezan

Xayînê, tê bihata...

Dilê min sed carî di sînor werbû!



Tu bihata, kaniyek din li Xanikan zêde d'bû

Tu bihata, Nêrgizlokê j'êvar de rêber bû

Tu bihata, xewlecî bû binê pirê;

Kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê

Xayînê, tu bihata

Ev dil li dû te Binxet nedibû! .



Arjen Arî



09.03.2015 00:46 ~00:48 | xendekî

24. (bnr: mirin)



''Mirr e mirin

Kirr e mirin

Pirr e mirin

Mirin mirin

Çirre mirin?

Dizanim ku j' zayîné ve

Surr e, surredar e mirin!

Dimirîne, ew nemir e

De were tu jî bimire

Seré xwe deyne w bitemire

Bi min re ku ez mirim mirin

Bi min re bimir, mirin, bi min re

Bi min re mirin ji te re jî xweştir e!"



Arjen Arî, 7 Îlon 2012

*ji profîla A. Arî'yî a facebookê



09.03.2015 01:01 | xendekî

25. 'Di dil xwe de;

Min şair im, helbestkar im

Di çav xwe de;

Ristekar im, min peyvkar im

Ji beyanî Xanî, ji eyanî Goran

Ne şair im qurban, ne şair:

Kurmancîspîkar im, seffar im."



Arjen Arî, 28 Îlon 2012

*ji profîla A. Arî'yî a facebookê



09.03.2015 01:08 | xendekî

26. (bnr: neçû)



Kê negot, ax! û neçû?

kî nebû ax… û neçû?

Felek kajikê bicû

Arjen ji dil bi dax neçû?



Arjen Arî



09.03.2015 01:13 | xendekî

27. (bnr: taa ferwerdînek din)



09.03.2015 02:06 | xendekî

28. Bêndera evînê li kê cihlivîn ma?

vezilandî bi tenê kî maye li ser?

Şerê evînê de min dil gorî da..,

bi temenê xwe re mam penaber!



Arjen Arî



09.03.2015 02:18 | xendekî

29. (bnr: dilodîn)



Dilodîn im..

Dilodîn im bedewê...

mîna kelaşan bigrim ser te, te rakim çiya

bi dû re kîjan mîr, kîjan axa me dihewîne?

çi zanin çi evîn e...

dilek ku felqe;

aliyek Qamişlo ye, aliyek Nisêbînê..



Arjen Arî



09.03.2015 02:19 | xendekî

30. ramûsan min veşartin li geliyekî



ar girtiye qurm

û li dorê dileyize

çi kiribû

çi bû gunehê dara berû?

bi min re wê jî şer nexwestibû

bi min re zarokan, bi min re kulîlkê

û wê qîza xama…

ku, li dû min stûxwar ma

û bendî…



rondik herikîbin şer herikand

û xwîn pijiqand pelê kulîlkê

ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê,

hij ma li milkê, ramûsan li milkê?



xwezî, lewitîn di kirêtiyê de

û şer dizî j ime xewnên mîrekî

li herêmekê em ji gundekî

dijmin jî bûna malê me pev dima

neyariya me nedigiha qewmekî

kengî bûya lev dihatin

em eydekê, erefatekê…



bi ya helbestê min kir

û min guh da bilûra şivên:

hij min aland li destmalek bi vên

û ramûsan min rakirin geliyekî…



ramûsan min veşartin li geliyekî

ew gelî yan ê elî, yan jî li cûdî

bi têhn dimînin li wirbi hij dimînin ramûsanên min

şer betal bibin, çek rawestin

ji çiyan şerker dadikevin

ezê di nav wan de bim

ileh ileh, tu bê pergî min

da te himbêz bikim ji dêvla çiyê…



şer de ye mîna min niha helbest jî

kengî parzinîn biwêj ji xwînê

ji êşê rêz, ji şînê çarîn

helbesta min hingî bixwîn

wê evîn jê binizile…



arjen arî



17.02.2016 03:55 | xendekî

31. name



''şorbenîsk min ji bîr kir

tilîşewitî, hevrêşk û meyir. . .

xweziya

tasek dims li ber min bûya

nuha li wir. . .

lo esker çi dikir bila bikira...



bi min re ma

-newê gorê baş e-

hisreta qeras aş e;

ya min şal û şapik...

di talda tahteke gebar de nuha

min pal dabûya;

nanekî tenûrê jî hebûya

azad bûma hê çêtir,

ji xwe bindest im...

ez bêjim -têm çavên te

nuha şil in...

û destên te binmil in, xuşka min

-silavan ragihîn xwarziyê min

bêje -xalê te radimîse

têr têr tê eniya te. . .



û li ber nekeve

li ber min jî...

ma ez xalê kê me?

ne, te digot -çi mêr e-

-berxê nêr ji bona kêr- e

êşa xwe nexe dilê xwe

sibehekê rabe, xuşka min

bi ser wî bajarokî de bidêre.

birayê te. . .



Arjen Arî



17.02.2016 04:42 | xendekî

32. (bnr: law hakimo)



31.01.2018 12:56 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên cegerxwîn
» arjen robben
» arî jan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî