Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 23 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; helbestên ebdulla peşêwî
peyamên çepikkirî

69304. (bnr: hestin) - (bnr: rabin)



Rabin, heloyên(1) çiyan, rabin!

Di rabûnê de hûn yek in:

Yek bîr, yek rê yek armanc in

Di rabûnê de hûn gelekin:

Çil milyon çav,

Çil minyon ling,

Çil milyon zend û dest in

Rabin, heloyên çiyan, rabin!

------------

Hestin, helloy şaxan, hestin!

Le hestanda êwe yekin:

Yek bîr, yek rê, yek mebestin.

Hestin, helloyi şaxan, hestin!

Le hestanda êwe zorin:

Çil miliyon çaw,

Çil miliyon qaç,

Çil miliyon meçek û destin.

Hestin, helloy şaxan, hestin!

...............................

şî'rî (ême drextî...), dîwanî Brûskeçandin

Lêanîn: Muhsîn Ozdemîr

Helo: Qertel(ê) reş, eylo, derûş..



07.06.2013 18:27 | brusk56

89119. otoneman*



kurd mirîşkeke reş e,

top jî pê keve,

ji cîhê xwe nalive!

nizanim

miriye

yan maye,

bi dehan sal e

li ser otonomîyê

kurk bûye!



1998 helsînkî



*helbestvan di vê helbesta xwe de sîyasetvanên kurd (bi taybetî yên başûr), yên ku serxwebûnê naxwazin lê qîma xwe bi daxwazên kêmtir (bêrê (bnr: otonomî)yê, niha federalîzmê) tînin, rexne dike.



26.10.2013 23:54 | endazer