Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rom - tirşik
rom
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helbestek î rojen barnas

Rom!

Em li Dêrsimê not hezar,

Li Zîlan

Bêhejmar hatin kuştin

Lê dîsa jî

Gihîştin îro



Şêx Seîd gelek in ji bona darê

Li zîndanê tev Ezîz Yûsifî



Bi saya xwe

Emê zîl bidin

Bifitiqin

Li Kurdistanê her roj.





06.04.2015 22:09 | quşxaneli

2. gotina ku kurdan ji ber dewleta romayê herwiha ji bo bîzansiyan hem ji bo osmaniyan hem jî ji bo dewleta tirkan bikar aniye.



(bnr: neçe romê) berxoooo!

(bnr: bextê romê tinîne)

(bnr: rom xayîn e)



07.04.2015 01:33 | xendekî

3. di makîneyên android de, ji bi nivîsbariya bingehîn tê gotin. ji bo her versiyonên androîdê gelek romên cûrbecûr hene. ji bo format avêtina telefon û cîhazên din yên androîd, mirov van roman bi kar tîne.

li ser înternetê gelek romên rengîn hene ku bi saya wan telefon dikarin bibin xwediyê taybetiyên nû jî.



07.04.2015 19:30 | simurg56

4. vexwarinek bi alkol e, ji levenê şêkir tê çekirin, rêjeya alkolê herî kêm 40% e, ne xweş e.



07.04.2015 19:50 | kevçiyê dil

5. tirkên li anatoliyayê ne.



07.04.2015 20:57 | berxweda

6. Rom: Tirka ra em dibêjin rom.

Kal û pîrê me behs dikin dibêjin waxta ku eskerê romê dihate gundê me, me xwe hindirê tendûra da, pişt xanîya da ber mêrga da xwe vedişart...

Strananeke Hemê Hecî jî heye dibê: rom ketîye gelîyê Zîla, berxa çav reş kar e kar e.

Brîna dil zar e zar e ...

Erêê hê niha jî em eskêrê romê xilas nebun çu.!



26.03.2016 03:26 | bûtîmar

7. bav û kalên min jî cihê peyva tirk hema rom bikartînin/anîne. bi ya min divê ev peyv têkeve siyasetê jî. ma dê çi bibe.



11.04.2016 17:58 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» romeo ve juliet

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî