Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
feyzullah yıldırım - tirşik
feyzullah yıldırım
(10) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. klip bê wî çênabin, sê çar kanal li ser pişta wî ne...



25.07.2013 14:15 | arami

2. beraqe serî li (bnr: guinness world records) yanî (bnr: reqorên gînes ê yên dinyayê) bide. belkî rekora klîp-kêşanê di dest camêr de be.



25.07.2013 14:38 | seydayê_peyvan

3. derhênerê hemû klîbên kurdî ne . nizanim çi taybetiya vî zilamî heye lê di dawiya hamû hemû klîban navê wî derbas dibe .

gorî texmîna min ev zilam xwediyê maşîneya klîban e . te klîbek çawa bibê tu eyar dikî 20 xulekan de klîba te amade ye . tiştek wek maşîneya overlockê ye



25.07.2013 14:41 | brusk56

4. îşê xwe dizane û klîpên erzan çêdike. ji ber vê yekî bi stranbêjên me yên bêkalîte ve gelek tê tercîhkirin.



25.07.2013 16:51 | spizello

5. ez dibejim qey dev ji çêkirina klîba berdi ewê kurd bi serkevin



26.07.2013 03:46 | serhed7

6. (bnr: temam zêde lê nexin zilam mir)



26.07.2013 10:58 | simurg56

7. gotin nemaye ku ez binivîsim.

demekî di ajansa nûçeya dîhayê de dixebitî.

xwezî her dem bi xebitiya.



26.07.2013 23:39 | gulan

8. bi ya min ji bo pêşketina hunera kurdî qetla wî helal e.

ev klîba ku di rêzefîlma "ax û jiyanê" de derbas dibe bila jê re bibe darê qeşartî...





13.10.2013 05:54 | zero

9. derhênerê ku berî çend rojekî bi erebeya xwe qeza kiribû û di qezayê de jina wî bi giranî birÎndar bibû.. li gorî dengÛbehsan jina wî îro nema kariye li ber xwe bide û jiyana xwe ji dest daye..

xwudê bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û cihê wê bike cinnet û sebrê bide feyzullah yıldırım..



24.10.2013 02:30 | endazer

10. Rihma xwedê lê jina wî be.



24.10.2013 14:09 | tolazek

11. rast e, di vîdoklîbên wî de qalîte kêm e û giş mîna hev in.

Lê, vî ji bîr nekin, camêr xebatek mezin kiriye û gelek stranên qalîte an bêqalîta bi kedên wî pêşkêşî gelê me bûne.

kesên ku DEngêtv/dengtvyê temaşe dikin vîdeoklîbên wî jî diecibînin.

Berî her tiştî, rêz li xebatên wî bikin.

Eger hûn baştir dikaribin wî karî bikin, ji xwe ti kes pêşiya we negirtiye!



24.10.2013 14:17 | tolazek

12. kesê ji shorbevan tenê ra klîp çênekirîye û hê wî keşf nekirîye hê.



08.05.2015 22:03 ~22:04 | shorbevan

13. Feyzullah Yildirim derhêner ek Kurd e û tevayî xebatên wî bi Kurdî ne...



09.05.2015 00:41 | ycup

14. derhênerekî vîdyoklîpan e. Bila dilê xwe negire klîpên wi giş dişibin hev.



09.05.2015 02:33 | diclefirat

15. bawerim klîbên aydın aydın jî ew çêdike.. an îlhama xwe ji klîbên aydın aydın distîne..



09.05.2015 02:40 | endazer

16. Ew kese ku klîbên xwe bi pirahî li ber çem û newalan çêdike ye. Bi beramberiya keriyek pez ve...

Lê tê gotin; carekê ji bo klîbê anîna keriyê pez, ew klîb qedandine lê pez ji ber wan winda bûne.



09.05.2015 13:39 | yek

17. ez di bextê wîdame ez xwe jêre dikim ax û xwelîya binê pîyê wî bira ya çêneke ya jî tişkî baş çêke çêkirin em qebul dikin zore lê wêneyek tenê jî bide nîşan û muzîk bide ser ewê sed qat çêtirbe.





not jiber ku ji minre klibek çênake ezê hê pir jê xeberdim bira haya wî jê hebe.



10.05.2015 20:34 | shorbevan

18. îsal wek endamê xelata oscarê ya vîdyoklîban hatiye nîşandan.
bê guman yê wê Xelatê bistîne ji ber ku kes li hemberê wî nehatiye nîşandan.
di warê xwe de tekane ye : ))



26.10.2018 10:45 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» feyzullah yıldırım

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî